Cendirmeyan êrişî gundiyan kir 2021-11-27 14:06:38   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, di navbera tîmên DEDAŞ'ê bi hinceta kontrolê xwestin bikevin gundê Bafê û gundiyan de gengeşî derket. Cendirmeyan bi gaza îsotê êrişî gundiyan kir.   Li navçeya Hezezê ya Şirnexê, tîmehên Şîrketea Belavkirina Ceyranê ya Dîcleye (DEDAŞ) di saetê serê sibehê de bi hejmareke zêde cendirmeyan re bi maşîneyên zirxî çûn gundê Bafê. Tîmên DEDAŞ'ê ji gundiyan re got ku ji bo kontrolkirina saetên derxistin ser dîrekan hatine gund. Lê jinên gund di têketina gund de pêşî li tîmên DEDAŞ'ê û cendirmeyan girtin û destûr nedan derbasî gund bibin. Hin jinan jî li naverasta rê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî nîqaşên ku demeke dirêj berdewam kirin cendirmeyan bi gaza îsotê êrişî gundiyan kir û ber bi hewayê ve gule teqandin. Di êrişê de gelek jin ji ser hişê xwe ve çûn.    Piştî êrişê cendirmeyan tîmên DEDAŞ'ê bi cendirmeyan re ketin gund.    Gengeşiya li gund didome û cendirmeyan jina bi navê Mahbûsa Varli (56) binçav kirin.