Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe 2021-11-27 14:55:20   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser dozên ku jê tên darizandin û ev tişt gotin: "Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."      Dayikên Şemiyê, di hefteya 870'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên" bi awayekî online li dar xistin. Di hefteya 700'emîn de polisan êrişî çalakiyê kiribû û gelek mirovên şemiyê binçav kiribûn. Piştre derbarê wan de doz hatibû vekirin. 3'emîn danişîna doza mriovên şemiyê di 24'ê mijdarê de hatibû dîtin. Di çalakiyê de Parêzera Dayikên Şemiyê Dûygû Koksal axivî. Koksal, di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku di danişînên dozên Mirovên Şemiyê de pêk hatine û destnîşan kir ku daxwazên Mirovên Şemiyê hatine red kirin.    'EM Ê DEV JI DAXWAZÊN XWE YÊN EDALETÊ BERNEDIN'   Daxuyaniya heftê jî ki aliyê keça Fehmî Tosûn ku di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosûn ve hat xwenditin. Tosûn jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên li danişînên Mirovên Şemiyê û got ku bêyî ku tu hincet bê nîşandan daxwazên wan ji aliyê heyet dadgehê ve hatin redkirin û wiha got: "Hestên cezakirinê bi me dan jiyandin. Heyeta dadgehê qanûnê heyî re qaqibo kir. Doz ne hiqûqî ye. Divê dadgeh ji mafên me û azadiya me re rêz bigire. Divê ev tacîza darazê bi dawî bibe û demildest biryara beraetê bê dayîn. Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."