Vegera penaberan a ji Belarûsê didome 2021-11-27 16:06:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, daxuyand ku hezar û 894 penaber ji Belarûsê vegeriyane Iraq û Herêma Kurdistanê.    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, derbarê penaberên ku bi rojan e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê radiwestin de daxuyaniyek da û ragiha d ku hezar û 894 penaber ji Belarûsê vegeriyane Iraq û Herêma Kurdistanê.  Sehaf, da zanîn ku penaber bi 3 balefiran hatine veguhestin û 431 penaber îro û 430 jî dê sibê bên veguhestin.