Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike 2021-11-27 16:16:39   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li gundê Roboskê yê Qilebanê jineke ciwan hewl daye întîhar bike.     Hat îdiakirin ku li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê yê Şirnexê jina ciwan a bi navê R.E. (20) hewl daye întîhar bike. Piştî malbata R.E. pêhesiya ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Ji ber rewşa R.E. giran bû, ew sewqî Amedê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku xetereya jiyanê ya R.E. didome.