ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da 2021-11-27 16:37:45   STENBOL - ANYAKAY-DER, serdegirtina polisan a avahiya xwe û binçavkirina endamên xwe şermezar kir û ev bang kir: "Em bang li herkesî dikin ku li komeleya me xwedî derkevin û li dijî zextan dengê xwe bilind bikin."   Dİ 25'ê mijdarê de di saetên şevê de polian bi ser avahiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER) de girtibû û endamên û rêveberên wê binçav kiribûn. Komeleyê li avahiya xwe ya li Şîrînevlerê têkildarî mijarê daxuyanî da. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, endamû rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MA-TUHAYDER) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Ev êrişên nehiqûqî nayên qebûlkirin" , "Hevalên me demildest berdin" û "Em êrişa nehiqûqî ya li komeleya xwe qebûl nakin" hatin hilgirtin.    Hevserokê ANYAKAY-DE'ê Ayhan Yildiz, di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî serdegirtina avahiya komeleya wan û binçavkirina endam û rêveberên wan da.   Piştî Yildiz nûnerên saziyên ku tevlî daxuyaniyê bûn jî axivîn û ev bang kir: "Em bang li herkesî dikin ku li komeleya me xwedî derkevin û li dijî zextan dengê xwe bilind bikin."   daxuyanî bi dûrişm û çepikan bi dawî bû.