Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin 2021-11-27 17:28:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hat birîn li gelek navendan hat şermezarkirin û li dijî zextên desthilatê, biryardariya mezinkirina têkoşînê hat destnîşankirin.   Danişîna biryarê ya doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Leyla Guvenê ji ber îfadeya “Birêz Ocalan” jê dihat darizandin, duh li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî. Cezayê li Guvenê hat birîn li gelek navendan hat şermezarkirin.   AMED Li dijî birîna ceza Rêxistina HDP'ê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên HDP’ê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Rêxistinên HDP û DBP'ê, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.    ‘EV HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE’   Di destpêkê de li daxuyaniyê Gulistan Atasoy axivî. Gulistanê da zanîn biryara birîna cezayê li Leyla Guven mudaxaleya li dijî siyaseta jina kurd e û wiha got:"Em bi van cezana baş dizanin. Ji bo li îktidarê bimînin sopeyê darazê bi kar tînin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Em ê dev ji daxwaza azadiya xwe bernedin. Dixwazin paşde gavê bidin avêtin lê ew ê bi ser nekevin."    ‘LEYLA GUVEN RÛMETA ME YE’   Pişt re Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan wiha got: “Em bi israr dibêjin AKP û MHP ev bêhiqûqî ji xwe re kiriye edet. Dixwazin siyaseta HDP’ê asteng bikin. Lê HDP mezintir dibe. Bû partiya gel. Ew pêkanînên zalimane gavê bi me paşde nede avêtin. Leyla Guven rûmeta me ye."   Piştî axaftinan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.  WAN   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê jî bi daxuyaniya çapemeniyê, cezayê li Guvenê hatiye birîn şermezar kir. Parlamenter Mûrat Sarisaç, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulderen Varli û Çetin Uyar, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn.   Daxuyanî ji aliyê rêvebera HDP’ê ya Wanê Nurcan Kayar ve hat xwendin.   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’   Kayar da zanîn ku kesên fikrên xwe dibêjin tên darizandin û wiha got: “Li vî welatî fikrên azad di bin gefa faşîzma AKP-MHP’ê de ne. Li vî welatî ji ber mirov fikrên xwe dibêjin tên girtin û binçavkirin. Dadgeh veguheriye alava çewisandina muxalefeta civakî. Di şexsê Leyla Guven de li tevahî muxalifan bêhiqûqî hatiye kirin. Daraz di destê desthilatê de ye û pêkanînên keyfî diqewimin. Lê belê em ê hesab bipirsin.”   Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç got: “Cezayê li Leyla Guven hatiye birîn li aştî, demokrasî û têkoşîna jinê hatiye kirin. Leyla Guven rûmeta me ye. Em bi têkoşîna bi rûmet a me ji Leyla Guven girtiye em dibêjin berxwedan jiyan e.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.   COLEMÊRG   Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajaran û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘BIRYAR NE HIQÛQÎ YE’   Di daxuyaniya ji aliyê Rêveberê HDP'ê ya Colemêrgê Kadîr Şahîn ve hat xwedin de wiha hat gotin: “Biryara derbarê Leyla Guven de hat dayin biryara dijminatiyê ye. Tu aliyê hiqûqî yê biryarê tune ye. Ev biryar ne tenê li dijî Leyla û KCD’ê de ye ev biryar li dijî hemû kurdan e. Ne Leyla Guven ne jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.   GEVER   Daxuyaniya din jî li Geverê ji aliyê Rêxistina HDP’a Geverê ve hat dayin. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Geverê Şilan Aslan axivî û wiha got: “Bila desthilat baş bizanibe ku bi cezayên bi vî rengî nikare Leylayê û me ji têkoşîna me veke. Leyla Guven ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û îradeya rewa ya vî gelî ye. Ew ê têkoşîna me bidome.”