ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-28 09:00:01   * Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku bêhiqûqîtî êdî tecrîdê jî derbas kiriye. Demîr, destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryaran zorê bide Tirkiyeyê.    * D.Y. gava Mehmet Tûnç wê taciz dike, diçe qereqolê giliyê Tûnç dike, lê derbarê Tûnç de tiştek nayê kirin. Paşê Tûnç tecawizî wê dike û gava D.Y. cardin diçe qereqolê giliyê wî dike, vê carê polîs bi beranberiya girtina Tûnç sîxurtiyê teklîfî D.Y.'yê dikin.    * Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan, anî ziman ku aboriya welêt ji bo şerê li hemberî kurdan tê xerckirin û çareserkirina pirsgirêkê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêkan e.    * Malbata girtiyê nexweş Bangî Mohamed ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da got: "Dermanên wî nedanê, rewşa wî xirab bû û mir."    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 265’emîn de berdewam dike.    * Baroya Amedê dê di 6’emîn salvegera qetilkirina serokê baroya xwe yê berê Tahîr Elçî de bi meşeke ji ber Edliyeyê heta Mînareya Çar Ling wî bi bîr bîne. Pişt re gora Elçî wê bê ziyaretkirin ( 10:00/14.00 )    * Şahiya gel a ji aliyê Rêxistina HDP’a Dersimê ve tê organîzekirin, wê li cihekî taybet bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, parlamenter Dersîm Dag û Alîcan Onlû pêk were. (11.00)    * Bi beşdariya Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, malbatên girtiyên wê bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li tesîsên Demîrok bên cem hev. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê têkildarî cezayê ku dane Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wê li ber Mizgefta Kalkan daxuyaniyê bide. (14.00)    *Rêxistin HDP’a Çewligê wê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr li eywaneke dawetê şahiya gel li dar bixe. (15.00)    * Li Mersînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê mîtînga “Banga demokrasiyê” bê lidarxistin. (13.00-19.00)    * DBP wê bi dirûşma “Niha li Stenbolê dema rêxistinbûyînê ye” li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sancaktepeyê çalakiyekê li dar bixe. (16.00)    * NÇM wê li avahiya xwe li navçeya Beyoglûyê çalakiya Çîrokbêj û Dengbêjan li dar bixe. (18.00)   * Lîstîka kurdî ya Don Kîxot ku lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê dilîzin, ji aliyê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ve dê tê organîzekirin dê bê pêşandan. (19.00)