Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne 2021-11-28 09:46:36     COLEMÊRG - Qedexeya çalakiyên ku li Colemêrgê 2013 roj in didome, 15 roj din hat dirêjkirin.    Qedexeya çalakî û aktîvîteyan a li Colemêrgê ku ji 26’ê Gulana 2016’an û vir ve dewam dike, ji aliyê walîtiyê ve 15 rojên din hate dirêjkirin. Qedexeya ku kete roja 2013’an wê heta 12’ê Kanûnê bidome. Walitiyê ji dirêjkirina qedexeyê re şewba vîrûsa koronayê kir hêcet.