DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da 2021-11-28 10:56:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa DAIŞ’ê ya bimayîn a li Silêmaniyê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.    Li bajarokê Kulco yê navçeya Kifrî ya bi ser bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê ve, di dema derbasbûna wesayiteke pêşmergeyan de teqînekê rû da. Li gorî nûçeyê Rojnewsê DAIŞ’ê duh bi şev li gundê Kulco ya ser bi bajarokê Kokir ya ser bi navçeya Kifrî ya Silêmaniya Herêma Kurdistanê, êrişî hêzên pêşmerge kirin. Di êrişa yekem ya DAIŞ’ê de 4 pêşmerge birîndar dibin.   Li gorî agahiyên rêveberê Asayîşa bajarokê Kokis Şemal Ebdulrehman dan Rojnewsê, dema ku hêza pêşmerge bi hewara pêşmergeyên di şer de diçe, mayîn bi wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ve di teqe. Şemal got ku şofêrê wesayîta zirxî rizgar bûye, lê 5 pêşmergeyên di nava wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dane.