Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît 2021-11-29 09:26:27   MÊRDÎN - Bîlal Gezer di çalakiyên Kobanê de hat kuştin. Mehmet Emîn Gezer ji bo li kiryarên birayê xwe bipirse çû ber qereqolê û hat gulebarankirin û felç ma. Doza 4 polîsên bûn sedemê birîndarkirinê bi hêceta “li gorî hiqûqê” ye hatin beraetkirin.       Di çalakiyên xwedîderketina Kobanê de Bîlal Gezer (29) li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibû kuştin. Mehmet Emîn Gezer ji bo ku li kiryarên kekê xwe bipirse çû ber Navenda Polîsan a Kerboranê. Polîsên tîmên taybet Mehmet Emîn Gezer gulerabaran kirin û bi giranî birîndar bû. Emîn Gezer ji ber wê birîndariyê felç ma. Derbarê polîsên tîmên taybet O.A., M.K., M.Ç. û A.T. de ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî” li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê doz hat vekirin.    POLÎS HATIN BERAETKIRIN    Di encama darizandina hat kirin de Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê bi hêceta ku tespît nekirine gule ji kîjan çeke derketiye derbarê çar polîsan de biryara “ji bo ceza dayînê cih nîne” da. Li ser vê yekê hem parêzerên bersûcan û hem jî parêzerên Emîn Gezer dosyeyê birin Dadgeha Bilind û xwestin biryar were xerakirin. Daîreya 1’emîn a Dadgeha Bilind serlêdana parêzeran qebûl kir lê belê hikûm da ku divê ku derbarê polîsan de biryara beraetê were dayîn.    ‘LI GORÎ HIQÛQÊ YE’    Piştî biryara Dadgeha Bilind darizandinê ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê dest pê kir û di danişîna ewil de biryar da. Dadgehê gulebarankirina Emîn Guzel “li gorî hiqûqê” dît û biryara beraetê da.    ‘KUŞTINA KURDAN REWA DIBÎNIN’    Parêzer Ahmet Arikan da zanîn ku biryara Dadgeha Cezayê Giran û biryara Dadgeha Bildin berdewamiya pêkanînên "bêcezakirinê" yên ku li Tirkiyeyê li ser  polîs û leşkeran tên kirin e û ji ber ku heyeta dadgehê ne bêalî ye xwestine biryar were redkirin lê dîsa jî biryar hatiye dayîn. Arikan diyar kir ku kiryar di nava dosyayê de ne û rewşa muwekîlê wî di qeydên nexweşxaneyê û îfadeyên şahidan de diyar dibe û wiha got: “Polîs hatin xelatkirin. Hema bêje bi şiklê 'çima te ew nekuşt? Mafê we yê kuştinê heye' biryar hat dayîn. Heger ev bûyer li cihekî din ê Tirkiyê biqewimiya, bêguman ev biryar nedihate dayîn. Lê bi diyarkirina 'terorê' ji bo herêmê biryarên bi vî rengî didin. Kuştina kurdan rewa dikin. Li dijî vê biryarê em ê pêşî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û piştre jî heke hewce bike em ê serî li DMME’yê bidin."   MA / Ahmet Kanbal