Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn 2021-11-29 09:27:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku daxwazên xwendekarên Herêma Kurdistanê rewa ne û got: “Tundî, girtin, kuştin û revandin ne çareserî ye.”    Xwepêşandanên xwendekaran ên li dijî nedayîna bûrsan û nebaşbûna şert û mercên kampus û wargehên li Herêma Kurdistanê ev 9 roj in didome. Xwendekarên Zanîngeha Soran a Hewlêrê ku zanîngeha herî mezin a herêmê ye jî dest bi çalakiyê kirin. Di encama êrişên hêzên ewlekarî yên girêdayî hikûmeta herêmê yên li dijî çalakiyên protestoyî de bi sedan xwendekar birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin.    XWENDEKARAN BER BI ÎNTÎHARÊ VE DIBIN    Hindekarê Fakulteya Zanîngeha Dihokê Dr. Kamran Berwarî, çalakiyên protestoyî yên ku li herêmê berbelav dibin nirxand. Berwarî da zanîn ku bi taybetî ji sala 2014’an ve xwendekar nikarin bursên xwe werbigirin û qutkirina bûrsan xwendekaran ber bi xwekuştinê ve biriye.   PIŞTEVANIYA JI BO XWENDEKARAN    Berwarî da zanîn ku daxwazên xwendekaran mafdar û rewa ne û hem gel hem jî mamoste piştgiriya xwendekaran dikin. Berwarî destnîşan kir ku divê mafên xwendekaran bi rêbazên demokratîk bên dayîn û got: “Hewldanên kuştin, revandin û girtinê hene. Bi van gavan hewl didin daxwazên mafdar pûç bikin. Em dibînin. Çalakger dema derketin holê ji pênûsên wan pê ve tiştekî wan nema. Kevir jî navêjin. Heger li cihekî êrişek çêbibe, ne xwendekar bûn. Li dijî xwendekaran pêkanînên dijmirovî hene. Ne tenê mamoste, karmend û xwendekar, hemû gelê Başûr azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Heger 100 hezar xwepêşander dakevin kolanan, ew 100 hezar xwepêşander 100 hezar mal terikandine. Heger di her malekê de 10 kes bijîn, ev daxwaza herî kêm milyonek kurd e.”    ‘DIVÊ DAXWAZ WERIN BERSIVANDIN’    Berwarî bal kişand ser wê yekê ku divê nûnerên herêmên Helebce, Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Germiyan ji bo çareserî û siyaseta çewisandinê li hev bicivin û di zûtirîn dem de ji bo daxwazên wan ên mafdar gav bên avêtin û got: “Heke zextên li ser gel zêdetir bikin dê koçberî zêdetir bibe. Wekî din, gelek xwendekar neçar in ku dev ji dibistanê berdin. Zext û zordariya li ser 200 hezar xwendekarî wê bibe sedema hêrsa wan. Li gel ku gelek xwendekar diçin Başûr dixebitin, niha neçar dimînin li malê bimînin. Ev qedexeyên hikûmeta Başûr ne tiştek asayî ye. Ev ne di berjewendiya gel de ye. Şîdet, girtin, kuştin û revandin ne çareserî ye."   ‘DIVÊ POLÎTÎKAYA ZEXTAN BIQEDE’    Berwarî hişyarî da ku nepêkanîna daxwazên xwendekaran wê bibe sedema encamên neyînî û got: “Li Başurê Kurdistanê krîzên mezin ên aborî hene. Li dijî kurdan komployên herêmî û navneteweyî hene. Divê em xwe li hember wan xurt bikin. Divê em bi yekitiya kurdan bersivê bidin û li dijî kesên kurd û Kurdistanê naxwazin. Ji bo vê jî divê bi aştî û bi aqilane tevbigere. Pêwîste daxwazên xwendekaran bên bicihanîn û dawî li van polîtîkayên zextê bên anîn.”    MA / Omer Akin