Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye 2021-11-29 09:27:42   ENQERE - Hevberdevka HDP'ê ya Elmanyayê Leyla Îmret bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê ku tu ferqa wê ji tecrîdê nîne û got: “Li hemberî vê xitimandinê dem dema vekirina deriyên Îmraliyê ye.”    Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elmanyayê Leyla Îmret bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    DAXWAZA AZADIYÊ BILIND DIBE    Îmret anî ziman ku ji gelek deverên cîhanê bi taybet ji Ewropayê ji bo Keştiya Azadiyê tevlîbûn û eleqeya jinan heye. Îmret anî ziman ku beriya niha gelek kesên di Keştiya Azadiyê de ji bo biçin Îmraliyê serî li CPT û gelek saziyên din dane û got: "Li kolanan, li her qadê di dîplomasiyê de kesên ku ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşînê dikin hene. Bi protesto û bûyerên cuda vê yekê îfade dikin. Lê vê carê bi taybetî bi beşdariya hevalan gav hat avêtin. Di vê keştiyê de wek Arjantîn, Swîsre, Brezîlya, Spanya û Îngilîstanê gelek beşdar hebûn. Hemû hevalên ku felsefe û paradîgmaya Birêz Ocalan parastibûn, daxwaza azadiya wî kirin paradîgmaya ku alternatîfa vê pergalê ye hembêz kirin.”    ‘ÇARESERÎ DIYAR E, AKTOR OCALAN E’    Îmret bal kişand ser tecrîda demdirêj û giran a li ser Ocalan, ji krîza aborî, bêhiqûqî, polîtîkayên şer û qetlîamên li Tirkiyeyê diqewimin ne serbixwe ye. Îmret da zanîn ku israra xitimandinê û polîtîkayên şer veguheriye tevgereke dagirkeriyê û got: "Tirkiye li Başûr, li Rojava û heta li ser sînorên xwe dagirkeriyê dike. Her siyaseta ku tê meşandin bi armanca tirkkirina kurdan e. Di vî warî de li dijî polîtîkayên şer ên ku du bend dikin, asîmîle dikin, tine dikin û di xitimandinê de berdewam dikin qîrîna 'li dijî şer aştî' girîng bû. Ne tenê kurd hemû dostên wan jî modernîteya demokratîk û konfederalîzma demokratîk weke alternatîf û ronahiya hêviyê dibînin. Çareserî diyar in. Aktorê vê birêz Ocalan e.”   ‘DEM DEMA AZADIYA OCALAN E’    Îmret anî ziman ku ne tenê li ser Ocalan, li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd tê meşandin û got: “Niha dem dema azadiyê ye. Li hemberî vê xitimandinê, li hemberî van polîtîkayên şer dem dema azadiya birêz Ocalan û vekirina deriyên Îmraliyê ye. Pêwîste şer were sekinandin û li şûna vê yekê ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çareseriyek bi rêya diyalogê werin kirin.”    MA / Berna Kişin