Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye? 2021-11-29 09:29:20   STENBOL - Yusuf Şîrîn ê ku birayê wî li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye da zanîn ku birayê wî gotiye kelûpelên wan hatine desteserkirin û gardiyan dibêjin “dewlet em in.”    Di 8’ê cotmehê de 150 girtî ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimareya 5’an bi darê sewqî jimareyên 2,3 û 7’an hatin kirin. Gardiyanan di dema vê sewqê de kelû pelên girtiyan desteser kirine. Girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû mane. Yek ji van girtiyên sewqî Jimareya 2’yan hatiye kirin jî Abdullah Şîrîn e. Şîrîn di sala 2019’an bi hêceta ku îfade li serê hene tê girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Birayê Şîrîn, Yusuf Şîrîn got birayê wî bi telefonê lê geriyaye û behsa binpêkirinên mafan kiriye.    PIRTÛKAN HÊJ NEDANE WAN    Şîrîn da zanîn ku li gel kekê wî 22 girtî sewqî Jimareya 2’yan hatiye kirin û di wextê sewqê de cilên wî hatine desteserkirin. Şîrîn anî ziman ku gardiyanan bi tu awayî nehiştiye ku girtî pirtûkên xwe li gel xwe bibin û tevî ku 50 roj di ser sewqê re derbas bûye jî pirtûk û kelûpel hêj nedane wan.    YÊN KU DENGÊ XWE DERDIXE BI LÊDANÊ RE RÛBIRÛ DIXWE    Şîrîn anî ziman ku hin kincên li Jimareya 5'an serbest in li Jimareya 2'yan neserbest in û got: "Tu hinceta vê yekê nîne, ev pêkanîneke tam keyfî ye. Cil û berg nehatin dayîn, gotin, ‘Tu nikarî viya hildî, li girtîgehê nayên lixwekirin’. Di Jimareya 2’yan gardiyan bi awayekî derqanûnî û derveyî rayeya xwe tevdigerin. Bi şiklekî faşîst derdikevin jimartina girtiyan. Li girtiyên ku vê yekê red dikin dixin. Her wiha dikevin qadên taybet ên girtiyan, kelûpelên wan ji hev belav dikin û pê li wan dikin. Girtî nikarin mafên xwe yên daxwaznameyê bikar bînin. Belge ne qeydkirî ne. Bi taybetî em difikirin ku daxwazname hatiye girtin, çirandin û avêtinê.”    LI SÎLÎVRIYÊ DEWLET KÎ YE?    Şîrîn diyar kir ku hin girtiyên li hemberî van pêkanînan derdikevin qedexeya hevdîtinên girtî û telefonê li wan hatiye birîn û girtî bi hucre û sirgûnê tên tehdîtkirin. Şîrîn anî ziman ku girtiyê ku daxwazname şandiye Meclîsê hatiye sirgûnkirin û got: “Gardiyan her tim girtiyan provoke dikin. Mînak dibêjin ‘dewlet em in û li vir in. Em tenê malbata we dixin ser xetê û em ê we jî bixin ser xetê’. Bi gotina 'Hûn ê bi xwe tevbigerin' girtiyan provoke dikin. Ji ber vê yekê jî di bertekek muhtemel de jî lêpirsînê didin destpêkirin.”    ‘RÊVEBERIYEK DIN HEYE’    Şîrîn da zanîn ku li dijî girtiyên li Jimareyên 2’yan sê caran lêpirsîn hatiye destpêkirin û qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn û got: “Tu bingeha lêpirsînê nîne. Weke ku bi serê xwe saziyek serbixwe bin, tevdigerin. Hewldana avakirina rêveberiyeke ku dewlet û saziyan nas neke jî heye. Di hevdîtina me ya dawî de got ku 3 meh qedexeya hevdîtinê dane wî. Û wî got ku ew dixwazin 3 mehên din jî qedexe lê were birîn. Em hîn bûn ku hema hema li her kesê li beşa wî qedexeya hevdîtinê sepandine.”    HIQÛQ NAXEBITE    Şîrîn anî ziman ku hincetên ji bo lêpirsînan hatine kirin û bi hiqûqê re li hev nakin û wiha got: “Li girtîgehan hiqûq nayê meşandin. Hiqûq ne tenê li girtîgehê, li gelek saziyên welêt jî naxebite. Divê gel û civak li hemberî vê yekê hestiyartir bin. Zextên di nava civakê de her ku diçe zêdetir li girtîgehan tê dîtin. Li hemberî vê zextê dema em li derve ne, em xwe gelekî îzole û bindest hîs dikin, kesên di girtîgehê de jî zêdetir vê hîs dikin. Divê em wan biparêzin. Divê em ji bo wan tiştekî bikin. Girtîgeh ne cihên tolhildanê ne.”   Şîrîn diyar kir ku wî li ser giliyên keke xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dane û ew ê serî li Wezareta Dadê bidin.