Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket 2021-11-29 11:53:19   ENQERE - Derket holê ku nivîsa di e-mailê de tê gotin ku PYD'ê ji HDP’ê re şandiye di Doza Kobanê de bûye hêmana îdiayê bi "fermanê” hatiye şandin, hem li ser înternetê belav bûye û hem jî bi rêya e-mailê ji gelek kesan re hatiye şandin.    Çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê de ku li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê rûdan, bû sedema darizandina rêveberên HDP’ê. Ji ber çalakiyên Kobanê li dijî 108 kesên ku di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) jî hene doz hat vekirin. Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê îro berdewam dike. 21 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin.    Di danişînên ku ji meha nîsanê û vir ve dewam dikin de, parêzeran biryara "demildest serbestberdana" ya Dadgeha Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 22'ê Kanûna 2020'an de gelek caran bi bîr xist û xwest hemû girtî bên berdan. Lê belê heyeta dadgehê bi hinceta ku piştî biryara DMME’yê hin delîl derketine holê û nayên piştguhkirin ev daxwazên parêzeran hat redkirin.   Delîlên ku dadgehê îdia dike ku pişt re derketiye holê, îfadeyên şahidê veşartî Mahîr û şahid Kerem Gokalp ên ku dibêjin “Berdevkên KCK’ê yên Tirkiyeyê” jî beşdarî civînên MYK û Meclîsa Partiyê (PM) yên HDP’ê bûne û îfadeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek “ferman” nivîsek li ser  e-mailê bi sernavê "Banga Awarte" ya bi naveroka "fermanê" ji HDP’ê re şandiye.    PEYAM JI GELEK KESAN RE HATIYE ŞANDIN    Li hemberî hincetên redkirina dadgehê, parêzeran diyar kirin ku peyama ku tê gotin ji PYD’ê hatiye, ne tenê ji HDP’ê re ji gelek partî û kesayetan re jî di nav de Partiya Komarî ya Gel (CHP) hatiye şandin û xwestin ev werin tespîtkirin. Dadgehê daxwaza tespîtkirinê qebûl kir û ji gelek cihan re nivîs nivîsand. Heya niha ti bersiv ji nameyan re nehatiye dayîn, lê derketiye holê ku peyama navborî ya ku tê îdiakirin PYD’ê şandiye li ser gelek malperan hatiye weşandin, ji gelek kesan re hatiye şandin û ev peyam jî aydê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ye.    Akademîsyenê Aştiyê parêzer Cenk Yîgîterê ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, li ser redkirina biryarên DMME’yê lêkolîn kir, piştî lêkolîna xwe mijarên ku derketiye holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    HEMAN MAÎL JI PARLAMENTEREK NOVECÎ RE JÎ HATIYE ŞANDIN    Yîgîter anî ziman ku e-maila ku tê îdiakirin ku PYD’ê ji HDP’ê re şandiye rûpelek tenê ji bo gazîkirinê bûye û got: “Kobanê di rewşeke dijwar de ye, çeteyên DAIŞ’ê xwedî çekên xurt in, lê hêzên ku Kobanê diparêzin banga xwedîderketinê dikin. Banga lezgîn a li dijî DAIŞ'ê, nivîseke ku dibêje 'Çek têra bersivdayînê nîne' û bi lezgînî gazî raya giştî ya cîhanê dike. Nivîs bi rastî aîdî KNK’ê ye. Hesabek bi navê pydeuropa.info. Ji navê wê jî diyar e, ew hesabek e ku ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser PYD li Ewropayê hatiye vekirin. Vê hesabê heman nivîsa KNK'ê girt û ji gelek cihan re şand. Yek ji cihên ku wî şandiye jî Nazmi Gur e. Nazmî Gur wê demê endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê bû. Lê ji bo cihên din jî hat şandin. Wek mînak heman e-mail ji kompûtera parlementerekî li Norwêcê re jî hatiye şandin.”   LI SER WEBÊ BELAV KIRIN E   Yîgîter anî ziman ku heman nivîs di 6'ê Cotmeha 2014'an de jî dema ku arşîvên webê sekinandibû di rûpela KNK'ê de cih girtibû û got: "KNK'ê pişt re domaina xwe (navnîşana înternetê) guhert û domana wê ya niha jî li Tirkiyeyê ji bo ketina înternetê vekirî ye. Ev nivîsa 6’ê Cotmeha 2014’an li wir dimîne. Bi rastî jî ji bo ku nîşan bidin ku ev çiqas belav bûye, mirov di hin foruman de nîqaşê li ser dike û kesek heman nivîsê li ser wê forumê kopî kiriye û zeliqandiye. Bi rastî heman nivîsar di hejmara Cotmeha 2014’an a kovara bi zimanê Îngilîzî Eaeyopia de cih digire. Bi rastî di 6’ê cotmehê de ev nivîs li ser torê belav bû û bi rêya e-nameyê ji gelek kesan re hat şandin û heya niha jî em dikarin bi skanên pir hêsan bigihîjin wê. Di vê rewşê de, eşkere dibe ku ne mimkun e ku meriv li ser nameyek bi ferman pir taybetî biaxive.”     ‘DOZNAME JI SENARYOYAN PÊK TÊ’    Yîgîter destnîşan kir ku beyanên du şahidan di heman demê de hatiye girtin û beyanên wek hev in û şaşiyên rastnivîsînê jî heman in û ev îfade îdiayên gelek mezin in. Yîgîter anî ziman ku tu bingehek hiqûqî ya dozê nîne û dozname bi temamî ji senaryoyek fîlman pêk tê. Yîgîter diyar kir ku encama vê dozê wê têkoşîn û berxwedana hêzên demokrasiye diyar bike.    MA / Zemo Aggoz