Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-11-29 13:27:19   EDENE - 17 kesên li Edeneyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Polîsan di 26’ê Mijdarê de li Edeneyê 17 kes bi hêceta li ser hesabên xwe yên medyaya civakî “propagandaya rêxistinê” kirine, bi serde girtina malan de binçav kiribûn. Piştî îfadeyên emniyete polîsan 17 kes sewqî Edliyeya Edene û Seyhanê kirin. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyan 17 kes bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin. Dadgehê jî 17 kes bi şertê kontrola edlî berdan.