ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-30 09:00:02 * Parlementera HDP'ê ya Giriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsgirêkine pir cidî ne û got: "Girtîgeha Panosê kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn e."  * Hasîne Guler, hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, ku tevli Nobeda Edaletê ya Amedê bûye, anî ziman ku daxwaza wan tenê edalet e.    * Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan ku 15 rojan carekê tê rojanekirin, 2 hezar û 16 roj in didome. Hevserokê HDP'ê yê Geverê Şoreş Dîrî, li dijî qedexeyê ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.    *  Dadgeha herêmî ya ku derbarê rojnamevan Bariş Bariştiran de biryara beraetê da, piştî ku îstinfaê dosyeyê xera kir, vê carê biryar da ku ger Bariştiran 20 hezar TL'yî bide dê doz betal bibe.   *  Dayika Ebûr Muhîkanci ya ku ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, xwest ku şer betal bibin û got: "Heger bi Ocalan re biaxivin, dê ev pirsgirêk çareser bibe."   * Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd, destnîşan kir ku baweriya jinan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye û got: "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê jinan xwe bi rêxistin kir û niha ji bo mafê xwe parastina xwe dikin, divê li Başûr jî ew hêvî û bawerî hebe ku jin bikaribin doza mafê xwe bikin. "   * Jinên her çar perçeyên welêt bal kişandin ser êrişên tên kirin û gotin: "Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekitiya gelan ava bikin."   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar 267’an de berdewam dike.    * Danişîna doza rojnameger Reyhan Çapan wê li 2'emîn Dadeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.40)   * 7'emîn danişîna Doza Kobanê di roja duyemîn de wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncabê dîtin. (10.00)   * Danişîna 3'emîn a doza ku ji ber angaşta întihara Mûrat Araç (19) a di sala 2017'an de ya li Antalyayê li 2 polisan hatibû vekirin wê li Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Gazîpaşayê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza rojnameger Azîz Orûç û Ersîn Çaksû wê li 2'emîn Dadeha Cezaya Esliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.55)   * KCD, DBP, TJA û HDP wê derbarê tecrîdê de li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîneke çapameniyê li dar bixin. (11.00)   * Odeya Bijîjkan a Enqerê, wê bi ser navê "Divê demildest înfaza girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene pek bê" daxuyaniyek bide. (12.30)   * Odeya Bijîjkan a Îzmîrê, beriya mitînga 4'ê kanûnê wê bi sernavê "Ji rêziknameya cezayê re na" daxuyaniyek bide.    * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 15'an de berdewam bike. (13.00-16.00)