Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek 2021-11-30 09:39:31 ŞIRNEX - Jinên her çar perçeyên welêt bal kişandin ser êrişên tên kirin û gotin: "Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekitiyê ava bikin." Li her çar perçeyên Kurdistanê polîtîkayên zext, zordarî, bişavtin, girtin, çavtirsandin û tepisandinê didomin. Jinên kurd ên li her çar perçeyan, li dijî van êrişan û polîtîkayan bal kişandin ser yekîtî û têkoşînê û destnîşan kirin ku tekane xelasiya ji van êrişan yekîtiya neteweyî ye.    YEKÎTÎ Û JIN   Ji navçeya Cizîr a Şirnexê Aynûr Elçîoglu diyar kir ku divê kirinên dijminên kurd bi yekitiyê bên bersivandin. Elçîoglû, got: "Li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd erişine gelek mezin hene. Berî her tiştî divê em li hemberî van êrişan tifaqa xwe çêbikin. Çima kurd bêdeng in. Me kirasê mirinê li xwe kiriye û em nikarin biavêjin. Em divê netirsin destê xwe bidin hev û li dijî van erîşan li ber xwe bidin. Heger mirin be bila bi şeref be. Heger tifaqiya me tune be, em nikaribin tiştekî ji bikin."    Elçîoglû, bilêv kir ku bêyî tifaqiyê tu tişt ne pêkan e û got: "Îro em kurd hemû di bin tecrîdê de ne. Dijminên me tiştên nebaş kirine nava me. Heger em bibin yek, em ê karibin van erişan têk bibin. Lê heger em nebin yek em ê herin yek bi yek û kesek jî nikare me rizgar bike. Di nava malekê de jî heke parvekirin nebe, tifaqî nebe mirov nikare wê malê bi rê ve bibe. Ji ber wê jî divê em destê xwe bidin hev û vî kirasê mirinê ji ser xwe rakin. Armanca dijminên me jî ew e ku me bike perçe perçe. Em kirine çar perçe têr nebû û niha jî hewl dide ku bike deh perçe."   Elçîoglû, destnîşan kir ku ger li dijî van pêkanîn û polîtîkayan jin destê xwe bidin hevf dê karibin yekîtiya neteweyî çêbikin.    'EM JIN DIKARIN YEKÎTIYÊ AVA BIKIN'   Ji bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe Esmer Resûl Elîm jî destnîşan kir ku hêzên derve her tim mudaxileyî yekîtiya neteweyî ya kurdan dikin. Elîm, bal kişand ser êrişên ku kurd li her çar perçeyan bi wan re rû bi rû dimînin û anî ziman ku di her êrişê de tiliya hêzên navdewletî heye. Elîm got: "Em jî wekî her gelî doza mafê xwe dikin. Dijmin naxwazin em bibin tifaq. Ji ber wê jî çi qas ji destê wan tê erişî Kurdistanê dikin. Daxwaziya me azadiya her çar perçeyên Kurdistanê ye."   BANG LI HIKÛMETA HERÊMÊ KIR   Elîm, destnîşan kir ku kurd êdî ne kurdên berê ne û got: "Ji me kurdan re tenê rêyek heye; ew jî yekitî ye. Divê em li gorî daxwazên dijmin tevnegerin. Pirsgirêkên me yên navxweyî çi dibin divê em bi hev re çareser bikin. Li şûna ku em ji hêzên derve alîkariyê bixwazin, divê em ji alîkariya hev bikin. Bi taybetî jî banga min ji bo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Bila li gorî daxwazên hêzên derve tevnegere. Em kêfa dijmin bi xwe neynin. Heger em jinên kurd  bibin yek deng û yek reng em ê karibin yekîtiyê jî çêbikin."   TIFAQ   Ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê Zîlan Rojhilat jî bilêv kir ku jina kurd xwedî wê hêzê ye ku dikare yekîtiya neteweyî ava bike. Rojhilat, bal kişand ser êrişên li her çar perçeyan tên kirin û got: "Lê bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan civakeke nû ava bû û hêze xwe di nava civakê de da der. Li her çar perçeyên Kurdistanê herî zêde jî jin bi zane bûne, bi hêz bûne û jin dikare civakekê bi rê ve bibe û civakeke saxlem ava bike."   Rojhilat, bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî êrişan jî û got: "Lê di tekoşînê de divê em xwedî tifaq bin. Heta azadkirina her çar perçeyan divê em bitêkoşin. Ji bo ku di doza azadiyê de em bi ser bikevin jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Îsal ji her wextî bêtir pêdivî bi yekîtiya kurd û Kurdistanê heye."    'YEKÎTÎ JI HER TIŞTÎ FERZTIR E'   Ji bajarê Dêrikê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Mistefa, dayika siyasetmedar Hevrîn Xelef ku ji hêla çeteyan ve hatibû qetilkirin, destnîşan kir ku ji bo kurdan a herî girîng û ji her tiştî pêwîstir yekîtî ye û got: "Ger yekitiya kurd çênebe, em ê yek bi yek biçin. Heger kurd nebin yek wê xelk wan bixwe wekî guran. Îcar em dibêjin êdî nebin berxê guran. Bila kurd yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dagirkerî û xîyanetê tekoşîna xwe bilind bikin."   Mistefa, anî ziman ku îro ro çavê cîhanê li têkoşîna gelê kurd e, lewma ya girîng û ferztir yekîtî ye ji bo kurdan. Mistefa got: "Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekîtiya gelan ava bikin. Êdî Rojavayê kaniyên xwînê teqandin. Hê kurd vê nabînin û guh û çavên xwe digirin. Nabêjin ku em bibin yek. Dijmin ferq û cudahiyê naxe nava kurdan. Çimkî ji wan re kurdbûn bes e. Dijminê me dibêjin ku em tenê şerê PKK'ê dikin. Lê belê ev ne rast e. Dema ku dijmin Efrîn dagir kir, di serî de peykerê Kawayê Hesînkar anî xwarê. Qey ew peykerê PKK'ê bû ku anîn xwarê? Peykerê seydayê Cegerxwîn anîn xwarê. Ma ew jî PKK bû?"   BANGAWAZΠ   Mistefa di dawiya axaftina xwe de rola jinê ya di avakirina tifaqa neteweyî de destnîşan kir û got: "Bila kurd êdî aqılê xwe bîne serê xwe û bes nanê wan ê gemar bixwe. Bila werin ava zelal li kaniyên Kurdistanê vexwin. Xanî bi ser serê me û zarokên me hilweşandin. Efrîn, Serêkaniyê, Şingal koçber kirin. Wê heta kengî kurd netifaq bin. Heger Kurdistaneke azad ava bibe, divê her kurdek tê de azad bijî. Dem dema yekitiya kurd û Kurdistanê ye. Banga min ji bo dayikên tirk jî heye; bila ji zilma Erdogan re bibêjin 'êdî bes e'. Bila partiyên me jî êdî guh li dayikan bikin. Bila yekîtiya xwe ava bikin. Di dema eşîran de dayikan kefiyên xwe spî diavêtin nav eşîran û ew li hev dianîn. Bila guh bidin jinan û dayikan. Divê di avakirina yekitiya kurd de, em jin bibin Zîlan, Arîn Mîrxan, Hevrîn Xelef û Leyla Guven."    MA / Zeynep Dûrgût