Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike 2021-11-30 10:28:43   AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku weke "laboratoriya bêhiqûqiyê" bi nav dike rabe û got: "Eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoyê bi awayekî bi bandor dewam neke, wê xwe înkar bike.”    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind, helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Ocalan û girtiyên din de biryara ku da ji ajansa me re nirxand.      KOMÎTE BI MESELEYÊ DIZANE    Turkdogan bi bîr xist ku teblîxên ku Tirkiyeyê di bin navê "Plana Çalakiyê" de pêşkêşî Komîteyê kirine ji rastiyê dûr in û ne bersivên têrker in û destnîşan kir ku Komîte dê pêvajoya bê ji nêz ve bişopîne û binirxîne û got: "Sekreterê Komîteya Wezîran hakimê mijarê ye û baş dizane ku mesele çi ye.”   DIVÊ ENCAM DEREKEVE    Turkdogan derbarê pêvajoya serlêdanê û geşedanên ku dê di dema pêş de ji aliyê Komîteyê ve bên şopandin de jî wiha got: “Me li gorî biryarên DMME’yê serlêdan kir. Lijneya Wezîran bi civîna ku dê di navbera 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de pêk were ev mijar xist rojeva xwe û bi îhtîmaleke mezin dê pêşniyarên nû ji Tirkiyeyê re bike û bibêje ku divê çi gav bên avêtin. Dê li ser wê nirxandinekê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ji ber ku girtina heta mirinê sîstemeke înfazê ya nayê qebûlkirin e, divê ev biryar bigihêje encamê. Di vê mijarê de ji aliyê DMME’yê ve biryara binpêkirinê heye, lewma eger Komîteya Ewropayê pêvajoyê bi bandor nedomîne, vê carê wê xwe înkar bike. Erka Komîteya Wezîran e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne, çavdêrî bike û bi cih bîne.”    GIRÎNG E KU DIXE ROJEVA XWE    Turkdogan da zanîn ku divê pêvajo dê di dosyayên Demîrtaş û Kavala de jî leztir bibe û got: “Di derbarê van çar dosyayan de ne di vê qonaxê de ye, lê eger Tirkiye daxwazên xwe pêk neyne, helbet ev dê bibe pêvajoyek ku dê di pêşerojê de bileztir bibe. Ji ber vê yekê girîng e ku di rojevê de be. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê Abdullah Ocalan û 3 kesên din, bi hezaran girtiyên li Tirkiyeyê jî eleqedar dike. Ne mimkûn e ku dewletên endamê DMME’yê vê yekê qebûl bikin. Loma jî divê meriv sebir bike. Bi dîtina min girîng e ku mijar were rojevê."   ‘LI ÎMRALIYÊ HER TIŞT SIYASÎ YE’    Turkdogan bal kişand ser wê yekê ku DMME derbarê Ocalan û girtiyên din de biryarên ku ji hiqûqê zêdetir in û biryarên bi aqilane yên DMME’yê yên di serdema ku Ocalan bi îdamê dihat darizandin bi bîr xist. Turkdogan destnîşan kir ku serlêdana wan di pêvajoya heyî de jî tedbîrek hiqûqî ye û got: "Raporên serdanên CPT'yê yên li Girtîgeha Îmraliyê hemû tedbîrên hiqûqî yên li ser helwesta rêxistinên navneteweyî ya li hemberî Ocalan in. Bi gotineke din, her çiqas civakên navneteweyî û mekanîzmayên navneteweyî karên xwe yên hiqûqî pêk bînin jî, helwestên wan ên siyasî xurtir in. Ger ev helwestên siyasî nehatana girtin, wê tecrîd evqas giran dewam nedikir. Bi girtina biryarên bi bandortir, KE û CTP be, wan dikaribû fenomena tecrîdê bi tevahî ji holê rakira. Wisa xuya dike ku ew ji pozîsyona siyasî ya Tirkiyeyê re prîm dide. Helwesta siyasî ya Tirkiyê wan dixe zorê û dixuye ku ew naxwazin di vê mijarê de zêde zextê li Tirkiyê bikin. Lê ez dikarim bibêjim ku lijneya li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hem rexne û hem jî pêşniyar li Girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê heye. Em dikarin helwesta navneteweyî wekî kêmtir qanûnî û siyasî pênase bikin,"    ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE’    Turkdogan anî ziman ku serlêdanên wan ên derbarê Ocalan û girtiyên din de gelek xwezayî ne û divê berdewam bin û wiha got: “Bifikirin ku kesekî din ne Ocalan bûya; Tu carî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, hûn li ser vê yekê çi difikirin? Berî her tiştî, divê hûn bi vî rengî lê binêrin. Bi gotineke din, dema mijar dibe hin maf, ne hewce ye ku mirov li nasname, zayend û aliyên siyasî yên xwediyê mafan binêre. Eger em hemû mafên mirovan biparêzin, divê em vê rewşê biparêzin, divê em ji bo her kesî biparêzin. Li dijî îşkenceyê rawestin ji bo her kesî ye, heke tecrîd ewqas giran bûye, êdî bûye rêbazeke îşkenceyê. Divê her kes li dijî vê derkeve. Divê desthilatdarên Tirkiyeyê jî li dij derkevin. Divê Serokkomar jî vê yekê qebûl neke û nebêje, ma ev dibe? Diviyabû bigota 'tu çima nahêlî malbat û parêzerên xwe bibînin?' Ji ber ku ev maf ji bo her kesî ne."   LABORATUVARA BÊHIQÛQIYÊ: ÎMRALI   Turkdogan destnîşan kir ku ew Girtîgeha Îmraliyê weke "laboratûwarê” bi nav dike û destnîşan kir ku pêkanînên derqanûnî yên li wir diqewimin, Tirkiye  jî fonksiyona belavkirinê dixwaze. Turkdogan bi van gotinan Girtîgeha Îmraliyê rave kir: “Yekemîn qeydkirina parêzer-muwekîlê li wir dest pê kir. Biryarên qedexekirina dadgeha înfazê, sûdgirtina ji rojname û kanalên televîzyonê û qedexekirina pevguhertina nameyan li wir dest pê kir û bi awayekî berfireh belav bû, ev jî ne tiştekî baş bû. Pirsgirêka tecrîdê ya li Tirkiyeyê di sala 2000’an de bi vekirina girtîgehên Tîpa F dest pê kir. Pişt re jî girtiyan li dijî vê yekê dest bi berxwedanê kirin. Di operasyona 19’ê Kanûnê û çalakiya greva birçîbûnê de zêdeyî sed girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Wek tê zanîn Ocalan heta demekê bi tenê ma. Pişt re jî girtiyên din hatin veguhestin. Lê dîsa jî yek bi yek di odeyên cihê de ne. Em vê ji daxuyaniya hikûmetê û hevdîtina dawî ya parêzeran a sala 2019’an jî fêm dikin. Em nizanin ka ew qada civakî ya hevpar bikar tîne yan na. Ev rewşeke ku ji tecrîdê wêdetir e û bi rastî jî tecrîd e, yanî rewşeke gelekî giran e. Em Ocalan weke aktorekî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd dibînin. Tecrîd û polîtîkaya tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin, pirsgirêka kurd çareser nake.”    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş