Doza rojnameger Çapan hat dîtin 2021-11-30 11:26:16   STENBOL - Danişîna doza Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan taloq bû.    Li Stenbolê, 20'emîn danişîna doza ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" û "çapkirin û weşandina daxuyaniyên rêxistinê" li Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin Reyhan Çapan hatibû vekirin, li 2'emîn Dadeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Çapan tevlî danişînê nebû lê parêzerê wê Ozcan Kiliç li danişînê amade bû. Heyeta dadgehê danişînê taloqî 16'ê adara 2020'an kir.