Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan 2021-11-30 11:59:45   WAN - Di danişîn doza Endama Lijneya Rêberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku li Amedê polisan bi kûçikan bi ser mala wê de girtibûn û wê bi îşkenceyê wê binçav kiribûn de biryara berdewamkirina girtina wê hat dayîn.   Di 27'ê hezîrana 2020'an de polisan bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Endama Lijneya Rêberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn a Amedê de girtibûn û piştî ku bi kûçik êriş lê kiribûn wê binçav kiribûn. Piştre  Çetîn hatibû girtin û bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. 6'emîn danişîna doza Çetîn li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Çetîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê jî li danişînê amade bûn. Malbata Çetîn û Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî danişînê şopandin.    'ENDAMTIYA TJA'YÊ NE SÛC E'   Di danişînê de Çetîn bi kurdî parastina xwe kir û sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza berdana xwe kir. Parêzera Çetîn Ekîn Yeter jî parastina muwekîla xwe kir. Parêzer Yeter, diyar kir ku di dosya DOKH'ê (Tevgera Jinên Azad a Demokratîk) ya derbarê muwekîla wê de bersûcên din beraet kirine û muwekîla wê cihê xwe yê di DOKH'ê de qebûl dike û wiha got: "TJA hesabên wê yên fermî yên medya sanal hene û di organîzasyona meşa ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê de cih girtiye. Bi salan e li dijî tundiya li ser jin û zarokan xebatan dimeşîne û platformeke ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirine. Endamtiya vê platformê nabe sûc."    Di berdewamê de Yeter xwest ku dema girtina muwekîla wê li ber çav bê girtin û bê berdan.   Heyeta dadgehê, angaşt kir ku wê biryara berdana kontrola edlî ji bo Çetîn ne bes be û biryara berdewama girtina wê da û danişînê taloqî 17'ê sibata 2022'an kir.