Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e 2021-11-30 13:37:47   AMED - KCD, TJA, DBP û HDP’ê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û gotin ku Ocalan ruhê gelê kurd e.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Buroya Nûnertiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê têkildarî tecrîd û cezakirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Aktîvîsta TJA’yê Hîlal Ada Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê Dersim Dag tevlî civînê bûn.    Di civînê de destpêkê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz axivî û têkildarî tecrîdê nirxandinên girîng kirin. Aydenîz, diyar kir ku cezayê dîsplînê yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û duh di çapemeniyê de hatiye dîtin berdewama tecrîda 23 salan e û wiha got: “Berê bi hinceta ‘Muxalefeta hnewayê heye’, ‘Keştî xerabe ye’ û hincetên din destûr nedidan ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Lê di demên dawî de bi taybetî bi cezayên dîsîplînê tecrîdê mutlaq dikin. Bi van cezayan dixwazin tecrîdê berdewam bikin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdê li ser 3 girtiyên din jî ferz dikin. Bi vê tecrîdê, li ser hemû gelê Tirkiyeyê û hemû hêzên muxalif tecrîdê pêş dixe. Ev pir zelal e. Duh dîsa derket holê ku di 12’ê Cotmehê de 6 mehan cezayê hevdîtina parêzeran, 3 mehan cezayê hevdîtina malbatê li Birêz Ocalan birîne.”     ‘GIRAVÊ KIRINE LABORATÛARA QRÎZAN’   Aydenîz, da zanîn ku ew dizanin qedexeya ziyareta malbatê di 18’ê tebaxê de dest pê kiriye û ev tişt got: “Ji wê demê heta niha bi dehan caran parêzeran serlêdan kirine, lê heta niha bu tu awayî bersîv nehatiye dayîn. Herî dawî ji bo serlêdana hevdîtina lezgîn, hat dîtin ku dîsa ceza li Birêz Ocalan hatiye birîn. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê tecrîd bûye rêbazê rêveberiya welatekî. Pir zelal e, tecrîda îro li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di rastiya xwe de li ser tevahiya Tirkiyeyê tê pêşxistin. Îro li Tirkiyeyê gelek krîz pêş dikevin. Qeyrana aborî, qeyrana rêveberiyê, qeyrana siyasetê, kuştina jinan, talankirina xwezayê û qeydarên din tev xwe dispêre tecrîdê. Hemû xetimandina pirsgirêkan ji ber rejîma yek zilamî ye. Rêveberiya Tirkiyeyê xwe bi tecrîdê mezin dike. Bi vê yekê Tirkiyeyê di zinar de wer dikin. Girava Îmraliyê kirine labaratuvara hemû qeyranên Tirkiyeyê. Ev îqtîdar baş dizane ku fikrên Ocalan, felsefe û perspektifên Ocalan demokratîkbûn û aramiya Tirkiyeyê baş pêş dixe. Ji ber ku me pêvajoya 2013-2015’an dît. Di vê pêvajoyê de me dît ku Tirkiye ket rewşa aramiyê. Me dît ku Birêz Ocalan perspektifên demokrasiyê dide. Kengî tecrîd rabûye diyalog û demokrasî pêş ketiye.”    ‘RÊVEBERIYA TIRKIYEYÊ XWE DISPÊRE TECRÎDÊ’   Di berdewamê de Aydenîz helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî Îmraliyê rexne kir û wiha pêde çû: “. Bi tecrîdê dixwazin dengê Birêz Ocalan qut bikin. Dîsa di 2019’an de piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de pêk hat, hevdîtin hatin kirin. Dîsa di 6’ê Gulanê de Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul diyar kir ku li pêş hevdîtinê pirsgirêkên hiqûqî tune. Dê hevdîtin bê kirin. Lê me dît ku dîsa hevdîtin hatin qutkirin û dîsa tecrîdê berdewam kir. Rêveberiya Tirkiyeyê xwe dispêre tecrîdê. Ji ber tecrîdê ev pirsgirêk dijî. Israra tecrîdê astengiya herî mezin a li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Kesên demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dike derd, divê tecrîdê ji bo xwe bike derd. Divê hemû hêzên muxalif û demokradîk zanibin ku sedema hemû qeyranan polîtîkayên tecrîdê ye û li gorî vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin.”     ‘ROLA CPT’Ê YA DI TECRÎDÊ DE’   Aydenîz, bal kişand ser rola Hêza navneteweyî û CPT’ê ya di tecrîdê de û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Îro di tecrîdê de rola hêzên navdewletî û berpirsiyariya CPT jî heye. Divê CPT jî erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bêdengiya li dijî tecrîdê, parastina tecrîdê ye. Di hemû peymanên navnetneweyî de tecrîd wekî sûcê mirovahiyê tê pênasekirin. Bêdengiya li dijî tecrîdê parastina tecrîdê ye. Em pir baş dizanin ku cezayê li Birêz Ocalan hatiye birîn, navê dijminantiya kurdan e. Ev tecrîd navê dijminantiya kurdan e. Cezayê duh di çapemeniyê de hat parvekirin, ne li gorî hiqûq, zagon û mafên mirovan e. Divê demek berî demekê dest ji vê polîtika tecîdê berdin. 8 meh in tu bu awayî ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Em û gelê kurd bi vê yekê pir bi fakr in. Bi milyonan kesên dibêjin Ocalan vîna min e vê tecrîdê qebkûl nakin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Em TJA, KCD DBP û HDP ji niha û şûnde li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em pir zelal diyar dikin ku em tecrîdê qebûl nakin.    ‘OCALAN RUHÊ GELÊ KURD E’   Piştî Aydenîz Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî axivî û diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ya desthilatdar piştî tecrîdê biryara şer dan û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi tecrîdê biryara şerê qirêj da. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve.  Rakirina tecrîdê, ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê pir girîng e. Tu kes nikare gelê kurd û Ocalan ji hev qut bike. Divê Tirkiye hiqûq û zagonên xwe pêk bîne. Hêzên navdewletî, Dadgeha Mafên Mirovan li hemberî tecrîdê bêdeng in. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve. Yên li hemberî tecrîdê bêdeng in Yên ku zagona mafên mirovan û tecrîde nivîsîne, îro li dijî tecrîdê bêdeng in. Bêdengiya tecrîdê şirîkatiya tecrîdê ye. Em dibêjin durist bin û dirûtiyê nekin. An dîroka kurdan baş nizanin, an jî nizanin ku Birêz Ocalan ruhê gelê kurd e. Beden bê ruh nikare bijî. Di dîrokê de ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek caran girevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Hevseroka me Birêz Leyla Guven 200 rojan ket greva birçîbûnê. Em carek din dibêjin Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Tecrîd şaşî ye, xeletî ye. Em carek din dibêjin vê şaşî û vê xeletîyê nekin.”