ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-01 09:00:23 * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz, xwest ku ji bo girtiyên nexweş ên ji aliyê ATK'ê û îdareyên girtîgehan ve bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin heyetên serbixwe bên çêkirin.  * Endama EŞÎK'ê Parêzer Yelda Koçak, diyar kir ku wekî salên din di 25'ê Mijdara îsal de jî hêrsdar bûne û got: "Dibêjin 6'emîn Pakêta Darazê di rê de ye. Bi rastî ji bo jinan kêr gihaşt hestî."    * Li Rihayê esnafên pasahê yên amûrên elektronîkê difiroşin, diyar kirin ku Tirkiye hatiye asta topavêtinê û xwestin hikûmet biguhere.    * Îtiraza ji bo biryara beraetkirina polîsê ku bi wesayîta zirxî Bunyamîn Bayram kuştibû, 3 sal in bi dawî nebûye. Malbatê xwest ev bêcezatî bi dawî bibe.    * Nivîskar Herdem Merwanî ku ji bo bavê xwe Abdulhalîm Kirtayê 30 sal in girtiye tevli Nobeda Edaletê bû, got: "Ev dayik ji bo her kesî bûn hêvî û moral."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 268’emîn de didome.    * Platforma Ewlekariya Hilbijartinê ya Ji bo Hilbijartina Adil, wê li Eywana Yilmaz Guney a li Enqereyê damezrandina xwe ragihîne. (11.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarî 3’yemîn Kongreya Asayî ku dê di 26’ê Kanûnê de bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel de li dar bixin wê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Malbatên girtiyên li Îmraliyê derbarê tecrîda li Îmralİyê de dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00-14.00)    * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê wê li Şaxa ÎMO ya Edeneyê “Konferansa Demokrasiyê” li dar bixin. (12.30)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 16'an de berdewam bike. (13.00-16.00)   * OHD, ÇHD, CÎSST û MATUHAY-DER wê rapora xwe ya li ser binpêkirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li avahiya OHD’ê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê aşkere bikin. (14.00)