Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin 2021-12-01 10:57:03   MÊRDÎN - Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê qebûl kiribû ku li navçeya Rişmil xanî bêyî ku proje hebe hatine xerakirin, niha jî bêyî ku projeya “veguherîna bajarvaniyê” hebe pêvajoya îhaleyê daye destpêkirin.   Serokatiya Daîreya Avahiyên Komî (TOKİ) ya ser bi Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê bi çêkirina 175 xanî, 6 dikanên li taxa Gul a navçeya Rişmil a Mêrdînê û di çarçoveya binesazî û sererastkirina hawirdorê de ragihandina îhaleyê kir. Îhaleya ku wê di çarçoveya “veguherîna bajarvaniyê de li navçeya Rişmila Mêrdînê pêk were, wê bi “Rêbaza Îhaleya vekirî” bê kirin. Dema dawî ya teslîmkirina îhaleya ku li Enqereyê were kirin weke 10’ê Kanûna 2021 hatiye diyarkirin û hat diyarkirin ku projeya tê plankirin di nava 500 rojî de biqede.    PROJE TUNE YE   Tevî destpêkirina pêvajoya îhaleyê jî, li her du taxên Rişmilê yên Şaredariya AKP’yî û Wezaretê weke ‘herêma bi rîsk’ ragihandine, planên îmarê yên hatine erêkirin nînin. Her wiha derbarê projeya ku tê plankirin li herêmê di bin navê “veguherîna bajarî” de were pêkanîn de jî heta niha tu agahî ji raya giştî re nehatiye aşkerakirin. Nayê zanîn ku wê îhale di çarçoveya kîjan projeyê de pêk were.    WEZARETÊ GOTIBÛ ‘NÎNE’   Şaredariyê di Çileya 2020’an de li taxên Gul û Tepebaşiyê bêyî ku bi welatiyan re li hev bike dest bi kirariyên hilweşandinê kiribû, şêniyên taxê li dijî hilweşandinê ji malên wan bi darê zorê hatibûn derxistin, kirariyên hilweşandinê domandibûn. Di nava vê demê de projeya ku ji aliyê şaredariyê ve hat amekirin û pêşkeşî wezaretê hat kirin, bi hêceta “li dijî vehûna mîmarî û dîrokî ya navçeyê ye” nehatibû qebûlkirin. Li ser vê yekê planeke nû were amadekirin jî Wezaretê ne pejirand. Piştî tengezariya bi rojan a li navçeyê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay têkildarî projeyê bi daxwaza ku bi bersivînê pêşniyazname pêşkeşî Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mûrat Kûrûm kir, di bersiva hatibû dayîn hatibû diyarkirin ku projeyeke hatiye erêkirin nîne.   ‘KIRARIYEKE BÊHIQÛQÎ YE’   Hevseroka Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) a Amedê Berîvan Guneş, bi bîr xist ku navçeya Rişmilê di sala 2016’an de bi hêceta “ewlehiyê” qada birîsk hat îlankirin û anî ziman ku tevî hewldanên wan ên ji destpêkirina kirariyên hilweşandinê yên li herêmê û vir ve wan agahî ji rayedarên Midûriyeta Bajêr a Şaredarî û Hawirdorê negirtine. Guneş, da zanîn ku îhaleya ragihandina wê hat kirin li dijî hiqûqê ye. Wezaretê bêyî ku tiştên ji bo îhaleyê pêwîst pêk bîne pêvajoya îhaleyê daye dest pê kirin. Em dibînin ku li vê derê bi awayekî bêhiqûqî kirarî tên birêvebirin.”   ‘WÊ ÎTÎRAZ BÊ KIRIN’   Guneş, destnîşan kir ku bêyî ku ji raya giştî re were ragihandin ne pêkane îhale pêk werin û bi lêv kir ku bi salane li herêmê bi vî awayî proje tên çêkirin. Guneş, anî ziman ku ji ber îhaleya ragihandina wê hatiye kirin li dijî qanûna ne wê ji bo bê betalkirin îtîrazên xwe bikin û pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.   MA / Ahmet Kanbal