Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê 2021-12-01 12:14:23   AMED - Ji bo bidestxistina rêveberiya Miduriyeta Muzeya Amedê du komên AKP'î bi hev ketin. Li ser vê bihevketinê kirariyeke biguman a nêzî bi 30 milyon TL'yî derket holê. Di lepirsîna ku bi hinceta nelirêtiyê hat destpêkirin de Midurê Muzeyê Vehbî Yurt jim peywirê hat girt.    Li Miduriyeta Muzeya Amedê, du komên AKP'î ji bo rêveberiya miduriyetê bi hev ketin. Bi vê hevketinê nelirêtiya ku li miduriyetê hatiye kirin derket holê. Ji bo lêkolînkirina angaştên koman ên li dijî hev ji aliyê Wezareta Turîzm û Çandê ve 2 pişkîner hatin peywirdarkirin. Her du pişkîneran, li miduriyetê kirariyên biguman en nêzî 30 milyon TL'yî tespît kirin. Di pêvajoya lêpirsînê de Midurê Muzeyê Vehbî Yûrt ji peywirê hat girtin.    NELIRÊTIYA DI SER KARKERÊN BANKATMATÎKÊ DE HATIYE KIRIN   Li gorî angaştan, Vehbî Yûrt ku di sala 2017'an de bûye Midurê Muzeya Amedê, di sala 2018'an de şûnwarnasên nêzî xwe yên bi navê Azad G. û Mevlut Ç. ji bo kolanên li qada bendava ku li ser Çemê Ambarê bê avakirin peywirdar kiriye. Bi awayekî qanûnî diviya ku şûnwarnas bi vedorên diyar li kolanên cuda jî bihatina peywirdarkirin lê Yûrt cihê peywirê yên her du şûnwarnasan neguhertiye. Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. diviya ku ji bo vedanên li Çemê Ambarê di navbera 20 û 40 karkerî bixebitandina, lê nêzî 150 karkerî dane xebitandin. Bi awayekî fermî têketina kar a van karkeran hatiye çêkirin û sîxortayên wan hatine rezandin lê rexmî ku gelek karker neçûne kar jî mûçeyê wan hatiye rezandin. Hat angaştkirin ku ev muçeyê karkerên ku neçûna kar di navbera Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. hatiye parvekirin.    KARKERAN LI KAFEYA XWE DAYE XEBITANDIN   Tê angaştkirin ku nelirêtiya duyemîn jî di ser Komeleya Parastina Hebûnên Çandî ya ji aliyê Vehbî Yûrt ve hatiye avakirin de bi karkerên bankamatîkê ku mûçeyê wan bi heqdesta asgarî hatiye rezandin hatiye kirin. Tê angaştkirin ku Yûrt karkerên ku mûçeyê wan ji aliyê miduriyeta muzeyê ve hatiye rezandin û qaşo di xebatên kolanê de cih girtine li Komeleya Parastina Hebûnên Çandî ku weke kafeyê şixulandiye daye xebitandin û nelirêtî kiriye.    DI MALHEBÛNA WAN DE ZÊDEBÛNEKE MICID HATIYE TESPÎTKIRIN   Dîsa tê angaştkirin ku Yûrt ji kîsê miduriyeta muzeyê mazot berî maşîneya ku ji aliyê midyetiyê ve jê re hatiye terxankirin daye û ji bo pêwistiyên xwe û malbata xwe bi kar aniye.    Li aliyê din pişkîneran tespît kiriye ku di 4 salên dawîn de malhebûna Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. ku navê wan bi nelirêtiyê derbas dibe û di navbera 6 û 8 hezar TL mûçe girtine de bi awayekî micid zêde bûye.    Pişkînerê ku nêzî du mehan lêkolînên xwe didomînin, tê payîn ku lêpirsînê berfirehtir bikin. Tê gumankirin ku di vekoandinên Keleha Zerzewan û hin vekolînên din de jî heman nelirêtî hatibin kirin.