Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan 2021-12-01 12:42:35   ÊLIH - Li Êlihê ji 6 kesên hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin berdan. Rêveberê HDP’ê yê berê Mahîr Beklevîş hat girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Batmanê lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 27’ê Mijdarê de di serdegirtinên malan de aktîvîsta TJA’yê Sedek Ozdemîr, endama Meclîsa Şaredariya Batmanê Vahîbe Çelîk, Rêveberê HDP’a Batmanê Sedat Yildiz, rêveberên HDP’ê yê berê Mahîr Beklevîş, Sevcan Oz û Berîvan Altûn hatibûn binçavkirin.    Her şeş kes jî bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatibûn binçavkirin û duh piştî karûbarên li Miduriyeta Polîsan wan birin Edliyeya Êlihê.    Dozgeriyê 5 kesan bi berdana şertê kontrola edlî û Mahîr Beklevîş jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadger daxwaza girtina Beklevîş kir û her pênc kesên din berda. Beklevîş şandin Girtîgeha Batmanê.