Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin 2021-12-01 13:48:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Roşîn Hido, da zanîn ku li Efrînê 2 mehan de yek jê jin 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin.    Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Roşîn Hido, têkildarî sûcên ku komên girêdayî Tirkiyeyê di 2 mehên dawî de li Efrînê kirine, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Roşîn Hido bi lêv kir ku li pêş çavên cîhanê li Efrînê sûc tê kirin û wiha got: “Di mehên Cotmeh û Mijdarê de li Efrînê yek jê jin 6 kes hatin qetilkirin, 8 jê jin 95 kes jî hatin revandin.”   Roşîn Hido, diyar kir ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî nirxên dîrokî û çandî yên herêmê dikin û anî ziman ku cihên dîrokî yên weke Nebî Hûrî û Qibar hatine talankirin. Roşîn Hido, da zanîn ku talankirina xwezayê jî didome û wiha got: “Di 2 mehên dawî de 3 hezar darên zeytûnê hatin birîn û weke darên ji bo sotinê hatine firotin. Zeytûn û Rûnê Zeytûnan ê çavkaniya debara gelê herêmê ne direvînin Tirkiyeyê. Ji vir jî weke malê Tirkiyeyê tê firotin.”   Roşîn Hido bang li sazî û dezgehên Mafên Mirovan kir û xwest sûcên ku Tirkiye dike werin sekinandin.