Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî? 2021-12-01 14:16:03   RIHA - Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Şakranê, pirsên "Dema derkevî tu yê tevlî rêxistinê bibî?" û "Tu çima di nav siyasiyan de mayî?" ji girtî Mîzgîn Çîçek kirin û berdana wê 10 mehan derdeng xistin.   Mîzgîn Çîçek (27), dema ku li Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê xwendekara Mamostetiya Agahiyên Civakî bû, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û di 23'ê adara 2017'an de 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Çîçek ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin ji ber ku di meha adarê de cezayê wê daket binî salekê serî li rêveberiya girtîgehê da û xwest bi şertê kontrola edlî bê berdan. Lê rêveberiya girtîgehê serlêdana wê qebûl nekir û ji bo ku serlêdana wê bê qebûlkirin "poşmantiyê" lê ferz kir û weke şert jî derbasbûna "qawişa serbixweyan" da pêşiya Çîçek.    PIRSÊN DOZGERÊ JÊ ÇÎÇEK KIRINE   Diviya ku Çîçek di 17'ê mijdarê de bihata berdan. Lê di encama hevdîtina ku ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Şakranê ve hatibû kirin de înfaza Çîçek hatibû şewitandin. Dozgerê girtîgehê ku serokatiya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê kiriye, pirsên "Dema derkevî tu yê tevlî rêxistinê bibî?" û "Tu çima di nav siyasiyan de mayî?" ji Çîçek kirine û nirxandina "li qawişên birêxistinkirî maye" kiriye.  Bi vê nirxandinê berdana Çîçek 10 mehan hatiye taloqkirin.    PÊŞNÛMEPIRS   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, mijarê bir rojeva meclisê û têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Surucu, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir ku biryara ku ji bo Çîçek hatiye dayîn dûrî qanûnan e û bi awayekî kêfî berdana wê hatiye astengkirin.    'WÊ LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN?'   Surucu, di pêşnûmepirsa xwe de ev pirs ji Wezîr Gul kirin:   "* Wê derbarê vê nizêkbûna Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Şakranê de lêpirsîn Bê destpêkirin?   * Derbarê pirsên ku li Mîzgîn Çîçek hatine pirsîn de hûn ê daxuyaniyek bidin?   * Derbarê vê neheqiya ku tê angaştkirin ku li Mîzgîn Çîçek hatiye kirin hûn ê gavekê biavêjin?"