Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin 2021-12-01 16:07:42   EDENE - Li Edeneyê ji aliyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ve Konferansa Demokrasiyê ya Çûkûrovayê hat avakirin.    Konferansa Demokrasiyê ya Çûkûrovayê ku nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê di nav de cih digirin avakirina xwe îlan kir. Têkildarî Konferansa Demokrasiyê ya Çûkûrovayê ku bi dirûşmeya “Di pêşeroja vî welatî de gotina me jî heye! Nan, azadî û edalet” hat avakirin, li Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ya Edeneyê daxuyanî hat dayîn. Parlementerê CHP’ê Yuksel Mansûr Kilinç û gelek kes beşdarî civînê bûn.    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Parlementerê CHP’ê Yuksel Mansûr Kilinç ê li vir axivî diyar kir ku li Stenbolê jî tevlî xebatên Konferansa Demokrasiyê bû û qala girîngiya Konferansa Demokrasiyê kir. Sema Peynîrcî ku metne hevpar ê daxuyaniyê xwend bi gotinên “Hema bêje her beşa civakê li dijî hemû gef û zextan nikare were bêdengkirin, ji her aliyê welat îtîraz zêde dibin. Lê belê ev îtîraz biperçe ne, kesên ku daxwaza mafa dikin daxwazên hev dû nabînin, nikarin dengê xwe bikin yek. Lê nabe ku behsa demokrasiyeke ku mafên kedê, edaleta aborî û aştiyê di nav xwe de nehewîne were kirin” banga têkoşîna hevpar kir.