Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere 2021-12-02 11:27:23   AMED - Terasa Temaşê ya li Fîskayayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat nûkirin, bû bipere. Kesên ku bixwazin ji vir li Dîcle û Hevselê binêrin divê 1 TL pere bidin.    Qeyûmê Amedê Munîr Karaloglû, Sûlava Fîskaya û Terasa Temaşê ku di sala 2009'an de ji aliyê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ve hatibûn çêkirin kir bipere. Ji ber nûkirinê ev demek bû Sûlava Fîskaya û Terasa Temaşê ji temaşekirina welatiyan re hatibûn girtin. Piştî ku xebatên nûkirinê li wan bi dawî bûn, di 27'ê Mijdarê de hatin vekirin. Piştî vekirinê derket holê ku "Roj Cafe" ya bi salan bû li qada Sûlava Fîskaya û Terasa Temaşê vekiribû hatiye girtin û li şûna wê kafeyeke nû ya bi navê "Diyar'-ı Lezzet" hatiye vekirin.    Her wiha navê Terasa Temaşê jî bi navê "Teras Cam a Fiskaya" hatiye guhertin. Li Terasa Cam tûrnîke hatiye bicihkirin û êdî temaşekirina Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê ya ji vir jî bûye bi 1 TL pere. Hat hînbûn ku karê xebitandina terasê jî dane Şîrketa Med A.Ş a şaredariyê. Welatiyên ku bi vê rewşa nû re rû bi rû dimînin bertek nîşan didin û dibêjin "Malê me bi pere difiroşin me."   Rayedarên Med A.Ş sedema biperebûna terasê weke zêdebûna serlêdanê aşkera dikin.