Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e 2021-12-02 12:28:54   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li tevahiya Tirkiyeyê dike û got ku heta tecrîd neyê rakirina tu mirov li Tirkiyeyê ne ewle ye.   Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, derbarê mijarên di rojevê de li navenda giştî ya HDP'ê civîneke çapameniyê li dar xist. Ji ber 3'ê Kanûnê Roja Berastengan a Dinyayê, di destpeka axaftina xwe de Ebrû Gunay, bal kişand ser rewşa kesên astengdar û got ku di budçeyê pareke hindik ji berastengan re hatiye veqetandin û cihêkarî li wan tê kirin. Gunay, got ku wê di her şert û mercî maf û azadiya welatiyên berasteng biparêzin û agahî da ku wê sibê Komîsyona Berastengan a partiya wan dê têkildarî mijarê daxuyaniyeke berfirehtir bide.      OZGUR ULKE   Piştre Gunay, bi bîr xist ku îro salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê ye û têkildarî mijarê ev tişt got: "MGK'a ku îro li hev dicive û qrîza aborî weke êrişa li dijî desthilatê dinirxîne, wê rojê rojnameyê hedef nîşan dabû û fermana bêdengkirina wê dabû. Di bin êrişê de îmzeya desthilata Çîller û MGK'ê hebû. Destpêkê çapameniya azad ji wê rojê ve êrişên li dijî çapameniyê li Tirkiyeyê qet neqediyan e. Bi vê munasebetê di şexsê Ersîn Yildiz de hemû şehîdên çapameniyê bi bîr tînim û dibîejim ku em li cem hemû xebatkarên çapameniyê yên li pey rastiyan dibezin û bedel didinin."   QRÎZ ABORÎ   Gunay, derbarê qrîza aborî ya li welat de jî axivî û wiha got: "Qrîz kûr dibe, xizanî zêde dibe, mirov ji aliyekî ve şerê pandemiyê dikin û ji aliyekî ve bi talûkeya birçîbûnê re rû bi rû ne. Mixabin em bi desthilateke ku bobelatan diafirîne re rû bi rû ne. Van tiştan hemû ji bo asayîkirinê û hînbûna civakê ya bobelatan dikin."   TECRÎD   Di berdewama axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser tecrîdê û ev tişt got: " Li Tirkiyeyê bêhiqûqî her roj belav dibe. Îro li Tirkiyeyê pirsgirêkeke herî mezin jî tecrîd e. Eleqeya tecrîdê herî zêde bi pirsgirêka kurd re heye. Çawa ku kurd û heqê kurdan qebûl nakin, wisa jî zagonan bin pê dikin û tecrîdê kûr dikin.  Li Îmraliyê ev 22 sal in bi awayekî sîstematîk tecrîdeke girangkirî li ser birêz Ocalan tê meşandin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet hatiye avakirin. Ocalan hem nikare bi malbata xwe re hem jî parêzerên xwe re hevditin bike. Niha jî careke din ceza dane Birêz Ocalan û nahêlin bi tu kesî re hevdîtinan bike. Ev yek nayê qebûlkirin."   BANDORA TECRÎDÊ   Gunay, da zanîn ku aştî û aramiya Tirkiyeyê bi Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha pêde çû: " Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser temamî Tirkiyeyê dike. Bêhiqûqiya li wir hatiye avakirin, rejîma li wir hatiye avakirin, roj bi roj li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin. Îmralî wek laboratûvarekê tê şixulandin. Roj bi roj em dibînin ku aştî aramiya Tirkiyeyê bi rewşa Îmraliyê ve girêdayî ye. Em careke din dibêjin, rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bikin, zagonan bin pê nekin. Deriyê Îmraliyê vekin."   BANGA LI WELATAN   Gunay, destnîşan kir ku demokrasî û siberoja Tirkiyeyê jî bi Îmraliyê ve girêdayî ye û ev bang kir: "   Me di 6 salên dawî de dît ku wextê tecrîd li ser Ocalan tê meşandin, Tirkiye di warê siyasî, civakî, aborî de têk diçe. Ev rastiyeke zelal e ku divê bê zanîn. Banga min ji hemû welatan û ji CPTyê re ye; heta ku tecrîd neyê rakirin, tu mirov li vî welatî ne ewle ye. Ji bo ewlehiya vî welatî em ê têkoşîna xwe bi xurttir bimeşînin."