Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre 2021-12-02 13:02:56   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re 269 roj in “Nobeta Edaletê” digire wiha got: “Li Tirkiyeyê pergaleke ku hiqûqê nas neke heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 269’an de berdewam dike. Malbat îro jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat pêş Edliyeya Rihayê û nobeta xwe domand.    DAXWAZA EDALETÊ   Ferît Şenyaşar ê li ber pankarta ku bi dîwarê baxçeyê edliyeyê ve daliqandî nobet digire diyar kir ku nobeta wan “di bin zilmê de” didome. Şenyaşar, da zanîn ku 9 meh in  edaletê diqîrin û wiha got: “Li gelemperiyê Tirkiyeyê qeyraneke mezin heye. Sedemê vê qeyranê ne şexs in. Çiqas şexs werin guhertin jî ev qeyran bi dawî nabe. Sedemê vê qeyranê pergal e. Divê ev pergal were guhertin.”   ‘PERGALEKE HIQÛQÊ NAS NEKE HEYE’   Şenyaşar, destnîşan kir kul i Tirkiyeyê pergaleke ku hiqûqê nas neke heye û wiha axivî: “Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Ne pêkane ku kes li dijî vê zilmê bêhestiyar be. Hemû hilbijêrên tên Rihayê zilmê dibînin. Agir cihê dikevê dişewitîne. Em dixwazin ev zilm demildest bi dawî bibe. Têkoşîna me di roja 269’emîn de didome.”