Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye 2021-12-02 13:58:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Hasan Kaçar ê ji ber ji Hewlêrê hat dersînorkirin li ber Ofîsa NY’yê ya li Silêmaniyê dest bi şermezarkirina PDK’ê kir hatiye binçavkirin.    Hasan Kaçar ku demeke dirêj li Tirkiyeyê ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ma û piştî hatibû berdan li Hewlêra Herêma Kurdistanê bi cih bûbû, di 23’ê Mijdarê de tevî hevjîna xwe û du zarokên xwe ji aliyê hêzên asayişê yên PDK’ê ve bi zorê ji bajêr hat derxistin. Kaçar ê hat dersînorkirin li pêş Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê dest bi çalakiya nobeta kon kir. Li ser vê yekê Asayîşa Silêmaniyê Kaçar binçav kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku spartiye Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Kaçar, ji ber destûra rûniştinê nîne û çalakiya nobeta kon hatiye binçavkirin.