KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-02 15:59:37 RIHA - Şandeyeke KESK’ê, serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir.    Serdanên malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne, berdewam dikin. Şandeya ku Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Varol Oztorun û endama MYK’a Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) Neval Arda di nav de, li qada ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, serdana malbatê kir. Malbatê, şandeya ku Platforma Şaxan a KESK’a Rihayê jî pê re bû bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    ‘PÊŞÎ LI HIQÛQÊ TÊ GIRTIN’   Endamê MYK’a KESK’ê Varol Oztorûn, diyar kir ku KESK’ê di çarçoveya serdanên bajaran de serdana malbatê kirine û wiha got: “Di têkoşîna edaletê ya malbatê de li rex wan in. 3 sal û 6 meh derbas bûne lê hêj doz nehatiye vekirin. Wê demê li vê derê bêedaletî heye. Malbat li vê derê ji bo herkesê daxwaza edaletê dike. Me li Pirsûs û li Gara Enqereyê dît ku edalet tune ye. Bi guhertina dozgeran pêşiya hiqûqê tê girtin. Hêj gavek nehatiye avêtin. Heta ku edalet cihê xwe bibîne em ê li cem malbatê bin.”   Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku têkoşîna edaletê didome û wiha axivî: “Em di bin qeyraneke mezin de têkoşîna xwe didomînin. Ev ne tenê qeyraneke aboriye, di bingeha vê de bêedaletî û bêhiqûqî heye. Têkoşîneke me ya mafdar heye û ev serdan jî cesaretê didin me. Têkoşîna me bi piştevaniyê didome. Em spasiya şandeya KESK’ê dikin. Em dibêjin ji bo malbata Şenyaşar û ji bo herkesê edalet.”   BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DA   Şandeyê piştî axaftinan bi malbatê re demekê Nobeta Edaletê girt. Dayika Emîne Şenyaşar a bertek nîşanî polîsên di vê navberê de dîmen dikişandin da û wiha got: “Desta ji me berdin herin kujeran bibînin.” Şande pişt re ji cihê nobetê veqetiya.