Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-02 17:01:55   RIHA - Çûkûrova TÛHAY-DER, Dayikên Aştiyê û endamên Komîsyona Şopandina Nêxşerêya Kurdî ya HDP’ê ji bo piştgiriyê serdana malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê didomîne kirin.    Serdanên malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne, berdewam dikin. Endamên Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛHAY-DER), rêveberên HDP’ê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û endamên Komîsyona Şopandina Nêxşerêya Kurdî ya HDP’ê îro li pêş Edliyeya Rihayê serdana malbatê kir.    MIFTEYA AŞTIYÊ    Dayika Aştiyê Şemşa Bagdû ya di serdanê de axivî wiha got: “Ji bo ku edalet were em hatin vir. Çima kûjer nayên girtin? Zarokên dayikê û hevjînê wê hatin qetilkirin. Dayik 9 meh e li vir e çima kes dengê wê nabîhîze? Ev edaleteke çawa ye? Em hemû bi dayika xwe re ne.”   Dayika Aştiyê Meryem Erbey jî wiha axivî: “Em êşên dayikê parve dikin. Ferqa tiştên dayikê jiyan û Roboskê, Cizîr û Nisêbînê nîne. Bila hemû dinya guhdariya kurdan bike. Tirkiye ber bi kendalekê ve diçe. Ya ku vê bisekinîne aştî ye. Mifteya aştiyê jî li Îmraliyê ye. Kesên ku nikarin aştiyê pêk bînin bila îstîfa bikin.” Dayikên pişt re jî axivîn destnîşan kirin ku li dijî şer in.    ‘WÊ HERKES HESABÊ BIDE’   Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 3 sal û 6 meh derbas bûne û wiha got: “Em li cem dayika me ya ku 269 roj in li vê derê nobeta edaletê digirin in. Heta ku edalet pêk were wê piştevaniya me bidome. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê ji bo mayîndebûna xwe edaletê tune dihesibîne. Wê zû an jî dereng edalet pêk were. Wê herkes li pêşberî darazê hesabê bide.”   Serdan bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. Şandeya ji herêma Çûkûrovayê hatin pişt re demekê bi malbatê re nobeta edaletê girtin.   DESTNÎŞANKIRINA EDALETÊ    Endamên Komîsyona Şopandina Nêxşerêya Kurdî ya HDP’ê jî serdana malbatê kirin. Parlementera HDP’ê Îmam Taşçier ê ji şandeyê derbarê têkoşîna edaletê ya malbatê agahî girtin û wiha got: “Daxwaza malbatê edalet e. Dixwazin ku edalet bi cih were. Ev daxwaza me hemûyan e. Heke li cihekî edalet nebe kar di rê de naçin. Berê xerab bûya jî hiqûqek hebû. Daxwaza me ya ji desthilatê li gor hiqûqê tevgerîn e. Daxwazên dayikê mirovî ne. Bila demildest edalet were. Kî sûcdar be bila were girtin.”