Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe 2021-12-03 09:05:54   STENBOL - Li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan ji bo hevdîtina bi telefonê şertê "xizmê girtî bi tirkî zanibe" danîne ber girtiyan û hat ragihandin ku xwarina 5 kesan dane 20 girtiyan.    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê zêde dibin. Girtî bi sewqkirina bi darê zorê, di dema sewqkirinê de tahde, desteserkirina amûr û pirtûkan, cezayên hucreyê û dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Her wiha di dema hevdîtinê de karta nasnameyê, di dema hevdîtina telefonê de şertê "kesê ku pê re bê axaftin divê bi tirkî zanibe" li girtiyan tê ferzkirin. Girtî jî ji ber van ferzkirina zêdetirî mehekê ye, hevdîtina bi telefonê nakin.    Xizmên girtiyan behsa binpêkirinên li girtîgehê kirin.    GIRTÎ LI BER XWE DIDIN   Meral Firat, xwişka girtî Fergîl Firat ê di Girtîgeha Sîlîvrî ua Jimare 3'yan de ye, anî ziman ku îdareya girtîgehê hin tiştan li girtiyan ferz dike û girtî jî li ber van ferzkirina li ber xwe didin. Firat, diyar kir ku di dema hevdîtinê de midûrê girtîgehê jê re gotiye "Ez vê girtîgehê li gor feramann bi rê ve dibim, dixwazî biçe li dozgeriyê gilî bike." Firat got: "Min ji midûr re got, girtî ji ber ferzkirinên we hevdîtinê nakin.' Min jê pirsî çima we ji bo hevdîtina bi telefonê kurdî qedexe kiriye, qebûl nekir û 4-5 caran ji min re got, 'Meral Firat tu çêtir dizanî.'"    ‘EM QEBÛL NAKIN'   Firat, destnîşan kir ku dê ferzkirina "nasnameya terorê' bibe cihê cihêkariyê û got: "Bi vê ferzkirinê dixwazin girtiyan teslîm bigirin. Ji ber van pêkanînan fikarin me zêde bibin. Li girtîgehê pirsgirêk zêdedibin. Mehek e me hevdîtin bi birayê min re nekiriye. Têkildarî vêtu agahî jî nayên dayîn. Em van pêkanînan qebûl nakin."    BANGAWAZÎ   Firat, destnîşan kir ku gava mirov bixwaze bê ka welatek biedalet e ya na, mirov li girtîgehên wê mêze bike bes e û got: "Niha bi tecrîdek giran li hember me ne, sibê dibe ku ev pêkanîn girantri bibin. Lewma divê her kes bibin dengê girtiyan."    ‘TELEFONÊ QUT DIKIN'   Furvet Kosem, dayika girtî Abdullah Kosem ê di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan de, anî ziman ku kurê wê 6 meh in girtiye û 3 meh in tu xeber jê negirtine. Kosem, destnîşan kir ku li Jimare 3'yan zext û zorî pir zêde bûne û got: "Kurdî qedexe kirine. Nasnameya 'terorê' li wan ferz dikin. Lê girtiyên me van ferzkirinan qebûl nakin. Em ne 'terorîst' in, em kurd in. Gava min bi telefonê bi kurê xwe re xeber dida gardiyanan digot, 'bi trkî biaxivin, li girtîgehê kurdî qedexe ye.' Ez bi tirkî nizanim. Ez kurd im, bi kurdî dizanim. Hûn me bikujin jî zimanê me kurdî ye, dê neguhere. Ji ber vê telefonê qut dikin."    XWARINA JI BO 5 KESAN DIDIN 20 KESÎ   Kosem, ragihand ku gava diçin girtîgehê bi muameleyeke xirab a gardiyanan re rû bi rû dimînin û got: "Qawîşa kurê min lê dimîne, 20 kes hene. Xwarina 5 kesan didin 20 kesî. Ez dixwazim ev zilm bi dawî bibe. Dê ev zilm û zordarî heye kengî wiha be. Kurê min 6 meh in belesebeb di girtîgehê de ye. Ger tu kurd bî û di nava lêgerînê de bî, tu tê girtin. Êdî bes e. Em jî serî rakin."