Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin 2021-12-03 11:08:12   MÊRDÎN - Hunermendên kurd ên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi organîzekirina çalakiyên zarokan tên sûcdarkirin, Hunermend Vesîle Yuksel jî diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de lêgerîna tazî lê kirine.    Li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan ên di 27’ê Mijdarê de 45 kes hatibûn binçavkirin. 45 kesên ku di nav wan de Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, rêveberên sendîkayê, hunermend û welatî jî hebûn peyderpey hatibûn berdan. Kesên hatibûn binçavkirin ji ber xebatên siyasî, çandî û sendîkal ên ji sala 2014’an ve bi rêve birin hatin sûcdarkirin. Endamên Komeleya Çand û Nûnerê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Qosera Mêrdînê Abdullah Ayav, Vesîle Yuksel, Kudret Ûçûk û Rûken Aslan jî ji ber çalakî û stranên zarokan ku di rojên dawî de li Mêrdîn û navçeyên wê li dar xistin hatin sûcdarkirin.   Polîsan di dema binçavkirinê de li mala Vesîle Yukselê lêgerîna tazî lê kirine û di bin çavan de jî li endamên komeleyê yên din jî “sixûrtî” ferz kirin. Hunermendên ku sixûrtî lê ferzkirin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan. Ji hunermendan Yuksel û Ayav, serpêhatiyên xwe yên di dema serdegirtina malê û binçavkirinê de vegotin.    LÊGERÎN TAZÎ KIRIN   Vesîle Yuksel a polîsan li mala wê lêgerîna tazî lê ferz kirin diyar kir ku saet 06.00’an de nêzî 30 polîsên taybet bi ser mala wan de girtin û mala wê ku bi 2 zarokên xwe re lê dimîne serûbin kirine. Yuksel, bi lêv kir ku piştî lêgerîna malê tevî li dijî derket jî polîsan lêgerîna tazî lê ferzkirine û wiha got: “Ji min re gotin heta em lêgerîna tazî nekin em te ji vir dernaxînin. Lêgerîna tazî kirin. Bi awayekî derveyî mirovahiyê kirin. Gotin gumana wan heye. Pişt re jî birin derve û bi awayekî ku herkes bibîne destên min kelemçe kirin. Li girtîgehan zextek û tecrîdeke mezin heye. Ji ber bêdengiya civakê lêgerîna tazî hat malên me. Divê ev bêdengî bi dawî bibe. Sibê wê li kesên din bê kirin. Wê li kolanan bê kirin. Divê em li dijî vê dengê xwe derxînin.”   ‘KURDÎ LI ME QEDEXE DIKIN’   Yuksel, dazanîn ku di din çavan de bi çalakiyên zarokan ên li dar xistine hatin sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo çalakiya zarokan em binçavkirin. Ev şerm e. Her kes ji bo zarokan çalakiyan dike. Em çima tên binçavkirin? Ev du sal in dibistan hatine girtin, ji ber vê nexweşiyê her kes li mala xwe bû. Me jî got zarok nikarin werin cem me, em biçin cem zarokan. Bila zarok bi çanda xwe mezin bibin. Fihûş, tiryak her roj protesto dikin. Em mirovan ji zarokatiyê ve li hemberî van hişyar bikin, em dixwazin ew neêşin. Her kes bi kurdî diaxive. Hunermendên tirk bi kurdî stranan distirên, Serokkomar bi kurdî diaxive, lê li me qedexe ye. Naxwazin em li çanda xwe xwedî derkevin.”   SÎXÛRTÎ FERZ KIRIN   Hunermend Abdûllah Ayav jî diyar kir ku bi îdiaya hevdîtina parêzer nîvê şevê gazî wî kirine û sixûrtî li wî Kudret Ûçûk û Rûken Aslan ferzkirine. Ayav bi lêv kir ku ligel wan hevdîtin qebûl nekirin jî, bi şantaj û gefan hevdîtin bi wan re hat kirin û wiha got: “Gotin heke hûn daxwaza me qebûl nekin em ê serê we biêşînin. Xwendekarên te, hevalên te dê li dijî te şahidîyê bikin. Her tişt di destê me de ye. Eger em bixwazin, dikarin binçavkirina we dirêj bikin, an jî we bigirin.”     ‘TEHAMULA WAN NÎNE’   Ayav, anî ziman ku dizanin armanca binçavkirinê çi ye û wiha got: “Em xebatên çand û hunerî bi rê ve dibin. Ji ber çalakiyên me ji bo zarokan li dar xistine em binçavkirin. Em bigirîn an bikenin? Nizanin. Em hîn bûn ku ji ber strana ‘Awazek Tê’ em hatine binçavkirin. Ji ber di nava stranê de Kurdistan derbas dibe sûcdar kirin. Îdia kirin ku ji ber Kurdistan derbas dibe em propagandaya rêxistinê dikin. Em matmayî nebûn. Em nekenîn ne jî girîn. Ji ber ku em dizanin wê ev dawî nebe. Tenê navê Kurdistanê derbas bûye. Li wir zarok hene. Qirdik heye. Bername heye. Tehamula wan nîne ku ji zarokên kurd re bername tê çêkirin. Dixwazin em van xebatan nekin. Lê armanca me jî berdewam kirina vê çandê vê xebatê ye. Em ê xebatên xwe bidomînin.”   MA / Ahmet Kanbal