Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat 2021-12-03 11:38:26   RIHA - Celal Yildiz ê birayê mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizmên xwe Mehmet Yildiz û bavê wî Latîf Yildiz ên ku ji ber "rêxistina talanker û sûc" damezrandine 110 sal ceza xwaribûn, beramberî bi 2 milyon lîreyê tirk derxist derveyî welat.    Derbarê Mebûsê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî yên ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de bi êrişa li dijî malbata Şenyaşar û kuştina sê ferdên malbatên tên rojevê, îdiayeke balkêş hat kirin. Hat îdiakirin ku Mebûsê AKP'ê Yildiz û birayê wî yê mezin Celal Yildiz xizmên xwe Mehmet Yildiz û bavê wî Latîf Yildiz ku cezayên wan li Dadgeha Bilind hat erêkirin, bi pereyan wan revandin û derxistin derveyî welat.    BERTÎL, SEFELXWARÎ, AVAKIRINA RÊXISTINÊ    Di operasyona bi navê "Şimşek (brûsk)" a li 6'ê Adara 2012'an de li Edeneyê, xizmên rêveberê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de 35 kes hatibûn binçavkirin. Ji 35 kesan 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin 30 kes serbest hatin berdan. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ji sûcê, "bertîlê, selefxur (tefecîlîk) û avakirina rêxistina sûc” li 8 bersûcan bi giştî 126 sal û nîv ceza birî. Di tîrmeha 2018'an de ji aliyê 8'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Antalyayê ve ev ceza hat erêkirin. Îtîraza li Dadgeha Bilind a li dijî biryarê jî hat redkirin.    WAN REVANDIYE DERVEYÎ WELAT    Ferdên malbata Îbrahîm Halîl Yildiz ê parlamenter û rêveberê AKP’ê jî di nava van kesên sûc kirine û ceza girtine de cih digirin. Yildiz ê AKP’yî bi beramberî pereyan xizmên xwe Latîf Yildiz û lawê wî Mehmet Yildiz di deriyê gumrukê de wan bir Bulgaristanê. Ev rewş ji aliyê Mehmet Yildiz ve hat eşkerekirin. Mehmet Yildiz îdia dike ku keke Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz 2 milyon lîreyê tirk bertîl daye û wan derxistiye derveyî welat.    2 MILYON TL DANE CELAL YILDIZ    Mehmet Yildiz di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de da zanîn ku ji bo dosya ji aliyê Dadgeha Bilind ve neyê erêkirin birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz, Celal Yildiz 2 milyon TL daye. Mehmet Yildiz ê ku li ser hesabê bi navê "Memet Ağaoglu" parve kir, 34 saniyeyên telefonê ku bi Mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz re bi armanca 'gefê’ pêk anîbû parve kir. Mehmet Yildiz di 25’ê cotmehê de qeyda deng girt û wiha got: “Ez bang li Serokomarê xwe yê rêzdar R. T. Erdogan û wezîrê xwe yê birêz Suleyman Soylu dikim. Bila desthilatdarî ji (Celal Yıldız) û parlamenter (Îbrahim Halîl Yıldız) re nemîne. Çimkî ji ber lawaziya aborî ya hevrêyên xwe, kursiyê wî, xizmê wî, hevalê wî têk çûne. Pêşî bi girtina 150 hezar dolaran, paşê bi saya kê ez çûm derve. Min axaftina pereyan birî. Ez we hewaleyî xwedî dikim.”   HEVDÎTINEK 34 SANIYEYAN    Peywendiya telefonê ya 34 saniyeyan ku tê de nimreya telefonê ya Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî xuya dike, bi parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz dest pê dike û ji Mehmet Yildiz re dibêje "Kurap tu çawa yî?" Di peywendiya telefonê ya bi kurdî de diyalog wiha ne:   - İbrahim Halil Yıldız: Kurap çawayî?    - Mehmet Yıldız: Saxiya canê te wekîlê min. Tu çawayî, başî?   - İbrahim Halil Yıldız: Sax bî.   - Mehmet Yıldız: Tu musaîdî wekîlê min?   - İbrahim Halil Yıldız: Belê.    - Mehmet Yıldız: Wekîlê min ez derketim Bulgaristanê, mala Celal abê (Celal Yıldız) ava be, ew bû alîkar.    - İbrahim Halil Yıldız: Belê.    - Mehmet Yıldız: Tu bi Celal abê re axivî?    - İbrahim Halil Yıldız: Min hêj wî nedîtiye.    - Mehmet Yıldız: Wekîlê min wextê ez hatim, ez pê re axivîm.    GILIYA WAN JI ERDOGAN RE KIR    Mehmet Yildiz di parvekirinek din a di 26ê cotmehê de jî diyar dike ku birayê mezin ê parlementerê AKP’ê (Celal Yildiz) ji wî û bavê wî (Latîf Yıldız) 2 milyon TL standiye û wiha got: “Tenê 200 hezar dan kesên ku qebûl kirine. Pereyê din nedane kesekî din. Ji ber ku yên din nikaribûn pereyan bistînin, hêrs bûn û dosyaya min erê kirin. Hemî navên wan û qeydên deng li cem min hene. Birêz Serokomar (Recep Tayip Erdogan) Min di wêneyê de parve kir ku çima ceza li min hat birîn û pereyê min nedan min. Serokê min, ez dixwazim zêdetir tiştan bibêjim.”   Mehmet Yildiz piştî rojekê parvekirinên xwe rakir.