Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne 2021-12-03 13:28:24   STENBOL - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di biryara xwe ya li ser serlêdana derbarê biryara "Ocalan-2" de, bang li Tirkiyeyê kir ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku ji çavdêrîkirina biryar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her Jİ sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê Mijdar-2'ê Kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civiya. Komîteyê piştî civîna 3 rojan li ser serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî sekini û nirxand.    HETA ÎLONÊ DEM DA TIRKIYÊ    Komîteyê bi eşkerekirina biryarên civînê xwest ku derbarê hejmara kesên ku di girtîgehê de ne û cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, ev hejmara ku ji biryara “Ocalan-2” a li Tirkiyeyê nayê kêmkirin û nayê nirxandin. Komîteyê bang li rayedarên li Tirkiyeyê kir ku herî dereng heta dawiya Îlona 2022'an li ser pêşketinên di pêkanîna tedbîrên giştî de agahiyan bidin.   Komîteyê biryara xwe bi 7 sernavan rêz kir.