10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn 2021-12-03 14:33:56   SÊRT - Li Sêrtê, 10 sal ceza li tecawizkarê Îpek Er çawişê pispor Mûsa Orhan hat birîn. Daxwaza girtina Orhan careke din hat redkirin.    Danişîna 5’emîn a doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” derbarê çawişê pispor Musa Orhan ku tecawizî Îpek Er kiribû û bûbû sedem ku întihar bike de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê 10 sal ceza li tecawizkar Orhan birî û biryar daku darizandina wî berdayî bê berdewamkirin.