Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe 2021-12-03 15:10:31   AMED - Şandeya DBP û HDP'ê serdana Nobeda Edaletê ku 18 roj in didome kir û hat xwestin tecrîd bi dawî bibe û daxwazên xizmên girtiyan bên bicihanîn.   Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş werin berdan û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan, werin berdan li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dabû destpêkirin. Nobed di roja 18’emîn de berdewam dike. Şandeya ku ji rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, îro serdana malbatan kir.    Di serdanê de Hevşaredar Hezroyê Gulîstan Ektî a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, diyar kir ku çalakiya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin gelekî pîroz e. Ektî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadan belav bûye û xwest tecrîd bi dawî bibe û daxwazên malbatan bên bicihanîn.   ‘EM LI CEM MALBATÊN XWE NE’    Paşê Hevşaredarê Kayapinarê Davut Kesen jî ku qeyûm danîn şûna wî wiha got: “Ev demeke dirêj e em li pey dayikan dimeşin. Hemû dayikên me diêşin. Demek dirêj e li zindanan îşkenceya fizîkî tê kirin. Girtî bi xwe û malbatên wan rastî îşkenceyê tên. Tevî van hemû îşkenceyan jî em ê her tim li cem malbat û girtiyan bin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”   BANGA HEVKARIYÊ   Xizma girtiyê nexweş Fevziye Kolakan jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: "Em mirin jî lê bila mirinek bi rûmet be. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila destên xwe bidin destên me û em çareyekê ji zarokên xwe re bibînin. Em ji vê zilmê re bêjin bes e. Em dixwazin her kes tevlî nobedê bibe. Divê ji girtîgehan cenaze neyên derketin.”   'EM DENGÊ XWE BILIN BIKIN’    Helbestvan Herdem Merwanî ku bavê wê li girtîgehê nexweş e da zanîn ew ê bênavber nobedê berdewam bike û got: “Em ê bi salan rûnin, lê bila girtiyên me yên nexweş ewqasî nesekinînin. Bang li hemû aliyan dikim. Divê her kesê ku siyaseta kurd dimeşîne dengê me bilind bike."