ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-04 09:00:04 * Şirnexiyan anîn ziman ku ji ber qereqol û qûleyên ku li herêma wan hatine çêkirin tu rihetî ji wan re nemaye û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Dewletê zozanên me desteser kirin. Em vê qebûl nakin, em ê gilî bikin." * Gundê Xezko yê Pulurê ku di salên 90'an de hatibû şewitandin û xerakirin û paşê wekî herêma "ewlehiyê" hatibû îlankirin, niha jî bi gefên şîrketa madenê re rû bi rû ye. Gundiyên ku ev çend salin tenê havînan tên gundên xwe, qada madenê naxwazin.    * Ji ber krîza abor, hişkesalî, qedexekirina zozanan û bêqîmetbûna TL kîloya penêrê bisîrik ê Wanê bû 65 TL.    * Înfaza Mizgîn Çîçek bi pirsa "gava tu derkevî tu yê tevli rêxistinê bibî?" û bi hinceta di qawîşa siyasiyan de maye hat şewitandin. Bavê wê Mîrzeydîn Çîçek, diyar kir ku ya hatiye kirin pêkanîneke kêfî ye û dê îtiraz bikin.    *  Bi hinceta tiryaka di emaneta edlî de firotine li 3 çawîşên pispor 10 sal û 3 meh cezayê hepsê hat birîn û derbarê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. de ku hatibû diyarkirin wî ferman daye çawîşên pispor, biryraa beraetê hat dayîn.    * Dengbêj Mistefa ku gava xort bûye pir hewl daye biçe di Radyoya Êrivanê de bistrê, lê ji ber şert û mercên wê demê nikaribûye biçe, niha di şevbuhêrkan de bi kilamên xwe dibe ronî ji bo çand û dîroka kurdî.   * Ji Rihayê heta Stenbolê, ji Sêmalka heta Amedê dayikên ku ji bo heman daxwazê daketine qadan li ber xwe didin. Ew bûn sembola edaletê, hin ji bo kujerên zarokên wan bên darizandin û werin cezakirin, hin jî ji bo binpêkirina mafên wan û hin jî ji bo radestkirina cenazeyên zarokên xwe têdikoşin.    * Welatiyên ku li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ji ber qeyrana aboriyê nikarin debara xwe bikin, berpirsyarê vê rewşa nebaş desthilat e û banga îstîfayê li hikumetê kirin.    * Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 271’emîn de berdewam bike.    * Kongreya Desteya Giştî ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) wê li Navenda Kongre û Çandaê ya Parêzer Ozdemîr Ozok were lidarxistin. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDK'ê wê li Stenbolê Konferansa "Em li dijî serdestiya zilam rêbazên berxwedan û têkoşînê diaxivin" li dar bixe. (10.00-18.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê têkildarî kongreya xwe ya sêyemîn a dê di 26'ê kanûnê de pêk were li avahiya HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 871'emîn de li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û daxwaza girtina kiryaran bikin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin" çalakiyên heftane li dar bixe. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên a li Baroya Amedê wê di roja 19'emîn de dewam bike. (13.00-16.00)   * Şaxa OHD'ê ya Stenbolê wê bi mijara "Di pandemiyê de girtîgeh" li avahiya Baroya Stenbolê panel li dar bixe. (13.00-16.00)   * Wê parêzvanên mafê mirovan û rêveberên ÎHD'ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)