Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne 2021-12-04 09:12:53   ŞIRNEX - Şirnexiyan anîn ziman ku ji ber qereqol û qûleyên ku li herêma wan hatine çêkirin tu rihetî ji wan re nemaye û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Dewletê zozanên me desteser kirin. Em vê qebûl nakin, em ê gilî bikin."   Li Şirnexê polîtîkayên "ewlehîparêz" berdewam dikin. Li herêmê di bin navê “aramiyê” de heta niha bi dehan qereqol û qûle hatine çêkirin. Li devera Cûdî, Besta û Gabarê ji ber van qereqol û qûleyan çavkaniyên debarê yên şêniyên herêmê hatine desteserkirin û tunekirin. Her wiha ev qereqolên ku seranserê herêmê dorpêç kirine, ji bo jiyana şêniyên herêmê jî cihê xetere û talûkeyeke mezin in.    Şêniyên Kaniya Mîra û Çiyayê Pîra yên herêma Bestayê diyar kirin ku bêyî wan qereqol li warê wan hatine çêkirin û piştî qereqol hatine çêkirin eskeran ew  ji zozanan derxistine. Welatiyan destnîşan kirin ku dê giliyê van qereqol û qûleyan bikin.    'ZOZANÊN ME DESTESER KIRIN'    Ji niştecihên herêma Kaniya Mîra Taybet Gungen (55), anî ziman ku ew bi darê zorê ji zozanan hatine derxistin. Gungen, destnîşan kir ku vê zordariyê qebûl nakin û got: "Piştî qedexeyên derketina derve me ji xwe re pez kirî û me bi sewalkariyê debara xwe kir. Me pişt re berê xwe da zozanan. Lê belê hem leşkeran û hem jî cerdevanan nehiştin ku pezê me biçe zozanan. Em ji nêçariî derbasî zozanên Navyan bûn. Em nêzî mehekê li wir man."   Gungen, diyar kir ku gava çûne zozanên Navyanê, li wer eskeran her şev dora wan digirt û ji ber vê nikaribûne tiştekî bikin. Gungen got: "Bi rezaletî derbas bû. Şevekî derdora zozanên me girtin. Me nizanibû ji ber çi ye. Pişt re sibehê zarokên me gotin 'em ê biçin simaqê kom bikin.' Gava zarokên me diçin dibînin ku li zozana me qûle danîne. Yek danîbûn Milazinê, yek jî danîbûn Giresorê. Derdora me hemû girtine û dibêjin ku ew ê kuleyan û qereqoline din jî çêbikin. Piştî ku qereqol û kule çêkirin avên me jî birîn. Heger ku ew av nebe, em nikarin li wir bimînin. Debara me jî li ser wê avê ye. Cihê ku leşker tê de ne jî didin ber agir. Nahêlin ku heywanek tê de biçêre."    Gulgen, bilêv kir ku ger li zozanên heyî jî qereqol bên çêkirin dê nikaribin debara xwe bikin û got: "Ji lew re jiyana me li ser wî pezî ye. Kereng, soryaz û her cure giya li wir şîn tê. Biharan em diçûn, me ev giya berhev dikirin. Lê zozanên me desteser kirin."   WÊ GILÎ BIKIN   Gungen, anî ziman ku ew van qûle û zozanan naxwazin û bang kir: "Piştî ku leşker hat zozanên me, em nikaribûn li wir bisekinin. Me nikaribû biçe nimêj jî bike û serê xwe jî bişo û pezê xwe jî bidoşe. Çi heqê wan li zozanên me nîne. Em ê der heqê wan de doz vekin. Çimkî dema ku zozanên me ji destê me biçin em ê çi bikin? Em doza zozanên xwe dikin. Ji bo zozanên me, ava me ji destê me dernekeve em ê daxwazname bidin. Em qebûl nakin ku dewlet dest bide ser zozanên me. Em naxwazin ku zozanên me û milkê me ji dest me derbikevin. "   'ZOZANA DEBARA ME BÛN'   Ji heman herêmê Hîkmet Taşar ( 56) jî bilêv kir ku esker tu rihetiyê nadin wan û got: "Ez hatime vî temenê xwe heta niha sewalkariyê dikim. Em îsal serbestî neçûn zozanên xwe. Em çûn Rîsorê, lê destûr nedan ku pezê me derbas bibe. Me pişt re pezê xwe bir û bi derfetên xwe pezê xwe derbas kir. Di rojên dawî de leşker li zozanan me bi cih bûn û em ji zozanên me derxistin. Ev 50 salin ew zozan a me ye. Lê niha dewletê dest daniye ser. Di demsala biharê de em ê doza zozanên xwe bikin, heger dan me em ê biçin, heger nedan em ê wisa bimînin. Em ê çawa debara xwe bikin? Qereqolên xwe li ser erdê me çêkirine. Me ji wan tu rehetî nedît. Ji nêçariya xwe me bar kir û em hatin. 20 sal beriya niha em bi rehetî li zozanên xwe diman. Lê niha tu xweşî nehiştine. Zozanên me û erdê me hemû kirin qereqol. Zozanan debara me bûn. Lê bi çêkirina wan qereqolan hemû ji destê me çûn."    Şêniyê herêma Çiyayê Pîra Taybet Gungen (57) jî da zanîn ku li erdê wan beyî destûr û daxwaza wan 2 qereqol hatine çêkirin û ev tişt anîn ziman: "Debara me bi sewalkariyê ye. Lê îsal dewletê li ser erd û zozanên me qereqolên xwe çêkirine. Em êdî nikarin li ser vê erda xwebijîn. Heta niha 3-4 qereqol di rêya me de çêkirine. Em dema ku diçin zozanên xwe bi saetan tên sekinandin. Beriya niha tiştek wiha tune bû. Lê niha zozanên me dorpêç kirine. Ji me re dibêjin 'em ji bo parastina we li vir in.' Lê parastina çi halê çi. Ji astengiyê û zehmetiyê pêvetir tişteke din nadin me. Piştî ku nehiştin ku em için zozanên xwe û pezê xwe biçerînin çi wateya parastina wan dimîne? Berê tu pirsgirêkên wiha tune bûn. Em bi serbestî dihatin û diçûn. Îsal hişkesalî jî hebû. Lê dîsa jî nehiştin em pezê xwe bibin. Me sewalên xwe dernexistun derveyî sînorên ku wan destnîşan dikirin. Me ji ber wan bar kir."   MA / Zeynep Dûrgût