Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin 2021-12-04 09:15:18   ÎZMÎR - Înfaza Mizgîn Çîçek bi pirsa "gava tu derkevî tu yê tevli rêxistinê bibî?" û bi hinceta di qawîşa siyasiyan de maye hat şewitandin. Bavê wê Mîrzeydîn Çîçek, diyar kir ku ya hatiye kirin pêkanîneke kêfî ye û dê îtiraz bikin.    Înfaza girtî Mizgîn Çîçek (27) ku gava xwendekara Zanîngeha Dokûz Eylulê bûye di 23'yê Adara 2017'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin, 10 mehan hat taloqkirin. Çîçek ku di Girtîgeha Şakran a Jinan de ye, piştî 6 sal û 3 meh cezayê lê hat birîn di Adarê de daket biniya salekê, ji bo berdana bi şert serî li îdareya girtîgehê da. Îdareya girtîgehê şertê "qawîşa ên serbixwe" û "poşmantiyê" da ber Çîçekê.    Diviyabû Çîçek di 17'ê Mijdara 2021'ê de bihatana berdan, lê belê îdareya girtîgehê derpêş kir ku "talûke ye" û înfaza wê şewitand.   Şukran Ozturk, parêzer Mizgîn Çîçek, diyar kir ku gava di 19'ê Mijdarê de çûye girtîgehê pê hesiyaye ku înfaza muwekîla wê hatiye şewitandin û got: "Em li bendê bûn di 17'ê Mijdarê de bê berdan, lê beriya 17'ê Adarê Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê hevdîtin pê re kiriye. Gardiyanan ji Çîçekê re gotine, hevdîtineke mecbûrî ye û wê birine. Kesekê ku gotiye ew dozger e, ji Çîçekê pirsiye, 'Gava tu derkevî tu yê tevli rêxistinê bibî? Çima tu di nav siyasiyan de mayî?' Çîçekê jî gotiye 'Min giştînameyê xwend. Tişta ku divê hûn bikin, ne daxwazên min ên ji bo pêşerojê ne, divê hûn 4 sal û 8 mehên min ên di girtîgehê de binirxînin. Hûn nikarin vê pirsê ji min bikin.' Piştî vê dozger bi israr gotiye 'Ez ê vê pirsê ji te bikim. Bibêj eerê, na yan jî nizanim.' Çîçek jî gotiye, 'Ya hûn dikin bêhiqûqîtî ye, ez bersivê nadim.' Bi dû re cardin pirsiye, 'Tu ji rêxistinê veqetiyayî yan na? Tu poşman î yan na?' Gava gotiye tu beranberiyek van pirsan tune ye, dozger jî bi hinceta 'tu di qawîşa ên rêxistinkirî de mayî' û cezayê wê 10 mehan taloq kiriye."    POLÎTÎKAYA ÇAVTIRSANDINÊ   Ozturk, destnîşan kir ku ya tê kirin dijî hiqûqê ye û got: "Ev ne biryarine ku ji aliyê dadgehan an jî darazeke serbixwe ve hatine dayîn. Ev biryar, biryarên personelên îdareyê ne ku li gor biryarên îqtidara siyasî tevdigerin. Bi vî awayî dixwazin girtiyan çavtirsandî bikin."     Ozturk, bibîr xist ku cezayê bi hezaran girtiyan xelas bûne, lê ji aliyê Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê ve bi awayekî dijhiqûqî nayên berdan û got: "Tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye."    DÊ ÎTIRAZ BIKIN   Mîrzeydîn Çîçek, bavê Mizgîn Çîçekê jî destnîşan kir ku ev biryareke bêhiqûqî ye û got: "Em ê îtiraz bikin. Ya hatiye kirin pêkanîneke kêfî ye. Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe ez ê dev ji vê bêhiqûqtiya hatiye kirin bernedim. Ez ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidim û ez ê biçim Meclîsê vê bêhiqûqîtiyê bînim ziman. Em bi darazeke siyasî û bêhiqûqî re rû bi rû ne."    MA / Hakan Yalçin