Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin 2021-12-04 09:15:49 AMED - Bi hinceta tiryaka di emaneta edlî de firotine li 3 çawîşên pispor 10 sal û 3 meh cezayê hepsê hat birîn û derbarê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. de ku hatibû diyarkirin wî ferman daye çawîşên pispor, biryraa beraetê hat dayîn.    Bi hinceta tiryaka ku di emaneta edlî de firotine Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. jî di nav de derbarê 7 kesan de doz hatibû vekirin. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê bi dawî bû. Dadgehê ceza li 3 çawîşên pispor birî û derbarê Fermandarê Qereqolê Hakan K. û 3 bersûcên din de biryara beraetê da.    Bûyer bi beyanên kesên bi navê "X" û "Y" dest pê kiribû ku ev her du kes di 24-26'ê Îlona 2019'an de çûbûn Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û gilî kiribûn. Şahidên nepen di îfadeya xwe de gotibûn: "Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O. û Kemal T. beriya operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Amedê ya li dijî bazirganî û hilberîna tiryakê, bi beranberiya pereyan xeber gihandine kesê bi navê Necat Î. Van kesan tiryaka di depoya emaneta edlî ya Fermandariya Cendirmeyan a Licê de jî bi rêya heman navbeynkaran firotine."    Piştî van agahiyan Dozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîneke "nepen" dabû destpêkirin û dest bi şopandina kesên gumanbar kiribûn. Di dema lêpirsînê de, di 26'ê Mijdarê de, îxbarek hatibû û di lêgerîna li ber Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya Sûrê de eskeran wesayîta çawîşê pispor FErhat O. dabûn sekinandin û di wesayîtê de 8 kîlo û 660 xiram tiryak dîtibûn. Ferhat O. ku sûd ji "qanûna poşmantiyê" girtibû, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatibû ku tiryaka firotine pereyê wê li hev payê kirine û serekê vê danûstendinê jî Fermandarê Qereqolê Hakan K. ye. Piştî vê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşê pispor Kemal T. û Osman T. û keyayên gundan A.Y. û N.Î. hatibûn binçavkirin.    Fermandarê Qereqolê Hakan K. û her sê çawîşên pispor di 29'ê Mijdara 2019'an de hatibûn girtin. Dozgeriyê derbarê her 4 esker û keyayên gundan Abdûllah Y. û Necat Î. yên hatibûn girtin îdianame amade kiribû û xwestibû 27 sal ceza li wan bê birîn. Danişîna ewil a dozê di 15'ê Hezîrana 2021'ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê hatibû lidarxistin. Hakan K. di danişîna ewil de hatibû berdan. Di danişîna dudoyan de jî heyeta dadgehê hatibû guherandin. Piştî materyalên dîjîtyal ên Ferhat O. hatibûn vekolandin, kesê bi navê Yuksel B. jî daxilî nav dosyeyê hatibû kirin û Yuksel B. diyar kiribû ku yê ku tiryak daye zevtkirin ew e.   Doz di 8'ê Mijdarê de bi dawî bû. Dozger di mutalaaya xwe de xwest Fermandarö Qereqolö Hakan K., çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. û keya Necat Î. bi sûcê "bazirganiya tiryakê û peydakirina wê" û "zîmmetê" bên cezakirin û ji ber ku tişta kirine di çaçroveya "fealiyetên rêxistinê" de ne xwest cezayê li wan bê birîn qatek din jî bê zêdekirin.    Dozger di mutalaaya xwe de doza beraeta Abdûllah Y. û necezakirina muxbîr Yuksel B. kir.    Dadgehê bi sûcê "bazirganiya tiryakê û peydakirina wê" 6 sal û mehek û bi sûcê "zîmmetê" jî 4 sal û 2 meh ceza li çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. ên girtî birî. Her wiha dadgehê li van kesan 14 hezar û 420 TL jî cezayê pere birî û diyar kir ku sûcên wan ne di çarçoveya "fealiyetên rêxistinê" de ne û cezayê wan zêde nekir.    Dadgehê bi hinceta ku sûcên li Fermandarê Qereqolê Hakan K. hatine îsnadkirin ne sabît in, derbarê wî de biryara beraetê da. Her wiha dadgehê derbarê bersûcên din Necatî Î. û Abdûllah Y. de jî biryara beraetê de û ji bo Yuksel B. jî ragihand ku tiştekî pê bê cezakirin tune ye.