ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan 2021-12-04 15:50:42   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi daxuyaniyekê xwest ku girtiyê nexweş Yûsûf Bekmezcî yê 82 salî were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Konak eskî Sumerbankê daxuyanî da. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Yûsûf Bekmezcî yê di 23’yê Çileya 2020’an de hatibû girtin û di Nîsanê de 17 sal û 4 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Bekmezciyê 82 salî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê de dimîne. Ji ber tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, zavayê wî yê li girtîgeheke din sewqî cem wî hatibû kirin.    Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku Bekmezcî ji ber nexweşiya apneya xewê nikare razê, nexweşiya prostatê pê re heye û wiha got: “Bi teşhîsa fitikê çûye urolojiyê ji wir jî şandine cerrahê giştî, heta çûye 2-3 meh derbas bûne. Hêj jî dermankirina wî baş nehatiye kirin. Dermanê bi navê xatral ê bijîşk daye bikartîne. Zêde diçe daşirê. Di jiyana rojane de tiştê dike ji bîr dike.”   RAPORA DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Aydin, bi lêv kir ku Bermezcî niha jî nizane ka ji ber çi hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya darizandinê de bêyî ku tetkîkên wî baş bikin raporeke dikare di girtîgehê de bimîne amade kirine. Dadgeha herêmî gelek caran ji bo tetkîkên nexweşiya Alzheimer sewq xwestibe jî, dadgehê bi hêceta rapora tiba edlî daxwaz red kiriye.”   Aydin, xwest ku Yûsûf Bekmezcî yê rewşa wî ya tenduristiyê nebaş were berdan û bang kir ku dermankirina wî di cihekî bitendurist were kirin.