Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye 2021-12-04 17:11:55   AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û nayên berdan 19 roj in didome. Serdana malbatan roj bi roj zêde dibe.    Kesên serdana malbatan kirin gotin: "Nobeda we rûmeta me ye. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin we.” Berxwedana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku divê bêne berdan û nayên berdan a li Baroya Amedê 19 rojin berdewam dike. Malbat ji bo ku girtiyên nexweş serbest bêne berdan di 16’ê mijdarê de dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Her roj rêveberên sazî û rêxistinekê malbatan ziyared dikin û piştgiriyê didin malbatan. Îro Hevşaredarê Karazê Kasim Pervane û Hevserokê Sûrê yê HDP’î Şerîf Kahraman serdana malbatan kir.    BANG LI RAYEDARAN KIR   Hevşaredarê Karazê yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin Kasim Pervane, bang li rayedaran kir ku dengê malbatan bibhîzin û erka xwe pêk bînin. Pervane, anî ziman ku biryarên DMME’ê li ber çavan nayên girtin û girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Em piştgiriyê didin çalakiya we û em we silav dikin. Çalakiya we rûmeta me ye.”    'BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE’    Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tipa T a Hejmar 2 a Bandirmayê girtî Fevziye Kolakan jî anî ziman ku duh kurê wê li wê geriya ye û wiha got: “Kurê min xwest em çalakiya xwe berdewam bikin. Kurê min xwest ev zilm bi dawî bibe. Kurê min anî ziman ku zilma li ser wan zêde bûye. Em naxwazin zarokên me bêtir di bin vê zilmê de bijîn. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.” Hevşaredarê Sûrê yê HDP’î Şerîf Kahraman jî çalakiya malbatan silav kir û wiha got: “Nobeda we rûmeta me ye. Heta daxwazên we pêk bên em ê têbikoşin.”