Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe 2021-12-04 18:58:07   STENBOL - Parêzer Emran Emekçî ku di panela OHD'ê de axivî, bal kişand ser biryara KE'yê ya "Ocalan-2" got: "KE, ji Tirkiyeyê re dibêje 'sererastkirinên em dixwazin bike, wekî din dixwazî pêk neyne'. KE, bi vî awayî rê li ber Tirkiyeyê dixe."    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, li avahiya Baroiya Stenbolê ya li Bakirkoyê paneleke bi mijara "Di Pandemiyê de Girtîgeh" li dar xist. Panel bi moderatoriya Parêzer Destîna Yildizê hat lidarxistin. Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ûmît Bîçer, Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Ummuhan Kaya, Endama OHD'ê Parêzer Esra Erîn û endamê Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Emran Emekçî wekî axivêr tevli panelê bûn.    DI panelê de ewilî Parêzer Esra Erîn axivî. Erîn, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên di dema pandemiyê de rû dan û destnîşan kir ku di dema pandemiyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk pêk hatine    PERGALA ÎNFAZÊ YA CIHÊKAR   Erîn, bibîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka pandemiyê de bang kiriye ku bê şert û merc divê hemû girtî bên berdan û got: "Li seranserê cîhanê gelek welat guh li vê bangawaziyê kirin û girtiyên siyasî jî di nav de gelek girtî berdan. Lê Tirkiye di vî warî de pergaleke înfazê ya cihêkar çêkir û girtiyên siyasî derî vê hiştin."    86 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN   Parêzer Ummuhan Kaya jî bal kişand ser girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest dan. Kaya, bilêv kir ku gelek girtî gava hatine gritin tu nexweşînên wan tune bûne, lê li girtîgehê gelek nexweşîn li wan peyda bûne û ji van gelek jê jiyana xwe ji dest dane. Kaya got: "Di sala 2020'î de 86 girtî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hin girtiyên nexweş jî gava tên ber mirinê tên berdan."    NOBEDA EDALETÊ   Kaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Amedê tê lidarxistin û got: "Malbat ji bo girtiyên nexweş bên berdan li Amedê çalakiyekê li dar dixin. Her kes divê bibe dengê vê çalakiyê. Yan na gava cenaze ji girtîgehê derkevin, ev dê sûcê me be jî."    ÎMRALÎ JI BO TECRÎDÊ HATIYE TERCÎHKIRIN   Parêzer Emran Emekçî ku li ser navê TOHAV'ê li ser tecrîdê axivî. Emekçî, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ya dumendî heye û ev yek bi Qanûna Bingehîn a 1924'an dest pê kiriye. Emekçî, destnîşan kir ku tecrîd yim li ser civakê hatiye pêkanîn û got: "Tecrîda civakî tim hebûye. Bi taybetî jî ev li hemberîş muxalifan tê pêkanîn. Ev xwe disipkêre heta dema Osmaniyan. Mesela, di dema Osmaniyan de Girtîgeha Îmraliyê ji bo muxalifan dihat bikaranîn. Çima Girtîgeha Îmraliyê? Ji lew re girtîgeheke giravê ye. Lewma hatiye tecrîhkirin. Ev di qanûne de heye yan na? Na, tune."    Emekçî, bilêv kir ku li Îmraliyê rejîmeke nû tê pêkanîn û got: "Tiştên li wir tên pêkanînê, paşê li seranserê Tirkiyeyê tên pêkanîn. Ji Suleyman Demîrel diprisin, çima Ocalan xistine Girtîgeha Îmraliyê. Demîrel dibêje, 'Bi hezaran kes piştgiriya Ocalan dikin. Ger em wî têxin girtîgeheke asayî tê pirsgirêk rû bidin.' Lewma wî xistine girtîgeheke giravê. Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke ku bi taybetî hatiye dîzaynkirin. Ji bo kesekî ye. Diviyabû darizandina Ocalan li Amedê bihata kirin, lê li Îmraliyê dadgehek taybet çêkirin. Yanî rejîmeke derasayî û îstisna hat pêkanîn. Gava parêzer bixwazin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, diçin girtîgehê. Lê li Îmraliyê hiqûqek wisa nayê pêkanîn."    PERGALA DARVEKIRINÊ YA POST-MODERN   Emekçî, bibîr xist ku di sala 2005'an de ji bo Ocalan hin qanûn hatine çêkirin û got: "Di vir de astengiya ewil ji bo parêzeran danîn. Bi vê qanûnê re cara ewil hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re hat astengkirin. Niha ev tişt li seranserê Tirkiyeyê pêk tê. Yanî ew tişta îstisna, bûye pîvanek."    Emekçî got: "Niha di cezayê darvekirinê de kes di nava 5 deqeyan de tê dravekirin. Lê di vê pergala darvekirinê ya post-modern de kes ji her tiştî tê mehrûmkirin. Li Îmraliyê pergaleke darvekirinê ya post-modern tê pêkanîn."    Emekçî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara "Ocalan-2" a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) jî û got: "KE, rê li ber Tirkiyeyê dixe.  KE, ji Tirkiyeyê re dibêje 'sererastkirinên em dixwazin bike, wekî din dixwazî pêk neyne'. KE, bi vî awayî rê li ber Tirkiyeyê dixe."    Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Umît Bîçer jî bal kişand ser bandora tecrîda ya li ser girtiyan. Bîçer, destnîşan kir ku îqtidar pandemiyê veguherandiye firsendekê û got: "Li girtîgehan hemû girtî tên îzolekirin. Li tu devera cîhanê nifûsa girtîgehan ne wekî ya Tirkiyeyê ye. Tê gotin par zêdetirî 290 hezra mirov ji girtîgehê derketine û ev qas jî hatine girtin. Mirov li vê mêze bike, dê bibîne ku li Tirkiyeyê pratîka girtinê veguehriye tiştekî asayî."    TECRÎD ÎŞKENCE YE   Bîçer, destnîşan kir ku pêkanînên tecrîdê ji sedsala 19'an dest pê kirine. Bîçerî bilêv kir ku tê dîtin ku bê tecrîd di warê ruhî û fizîkî de dibe sedema çi û got: "Bi salan e odeyên pîşeyî û rêxistinên tenduristiyê dibêjin, tecrîd îşkence ye. Kesên di hucreyê de dimînin bi rihetî ji tiştên tên gotin bawer dike. Di warê kronoljiyê hafizeya wan de çûn hatinek çêdibe. Qebîliyeta wan qels dibe. Di warê bihsîtin û dîtinê de lawaz dibin. Lewma tecrîd îşkenve ye."