PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne 2021-12-05 12:38:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û parêzerên devera Balekayetî rexne li desthilata Herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin ku li dijî gerîla çeperên asê û çekên pêşkeftî û giran hatine bicihkirin, lê li çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ’ê kêmaniya pêwîstiyên leşkerî hene.   Di rojên dawî de DAIŞ’ê gelek caran êrişê hêzên pêşmerge kirin û di encamê de gelek pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Piştî van êrişan hinek fermandarên pêşmergeyan îtiraf kirin ku çeperên wan di warê leşkerî de lewazin, çekên giran û pêşkeftî li ber destê wan tune ne û nikarin li dijî êrişên DAIŞ’ê xwe bi parêzin. Li ser mijarê çalakvanên devera Balekayetî ya Herema Kurdistanê, diyar kirin ku bi dehan baregehên leşkerî yên pêşmergeyan li deverên nêzî gerîlla hatine avakirin, çekên giran û pêşketî têde hatine bicihkirin lê berovajiye vê yekê çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ'ê qels in.    TÊKOŞER HISÊN   Çalakvan û Rexnegirê Siyasî Tekoşer Hisên, diyar kir ku gelek endamên DAIŞ’ê yên ji aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê ve hatine girtin, îtiraf kirine ku ew bi rêya dewleta tirk tevli nava DAIŞ’ê bûne. Tekoşer got, ev yek jî wê yekê nîşan dide ku dewleta tirk û PDK di nava hemahengiyê de ne û wiha got: "PDK’ê li Herêmên Parastina Medyayê bi dehan baregehên leşkerî avakirine û li beramberî têkoşîna gerîlla rawestiyane. Ev jî bûye cihê guman û pirsyarê, gelo çima çeperên pêşmergeyan ên li beramberî DAIŞ’ê vala û bê pêwîstin, lê çeperên li beramberî gerîla qayîm û pêşkeftîne?”   Tekoşer Hisên, da zanîn li şuna çek û pêwîstiyên pêşkeftî yên leşkerî di çeperên li dijî DAIŞ’ê de werin bicihkirin, PDK’ê wan çekan aniye devera Balekayetî di çeperên li dijî gerîlla de bi cih kiriye.   ÎBRAHÎM MISTEFA   Li ser heman mijarê Çalakvan û Parêzer Îbrahîm Mistefa jî diyar kir di nava du hefteyên borî de tevgera endamên DAIŞ’ê zêde bûye û fermandarên pêşmergeyan jî îtiraf kirine ku çeperên wan lewaz in û wiha got: "Çek û pêwîstiyên leşkerî ku dem bi dem hêzên hevpeyman radestî wezareta pêşmerge dike, li kuderê ne û çi bi serê wan tê? Nabe çekên pêşkeftî yên hêza hevpeymanê didin, di depoyên wezareta pêşmerge de werin ragirtin û veşartin. Nabe ev çek werin dayîna kesên hizbî û bê berpirs û li aliyê din jî çeperên pêşmergeyan lewaz û bê çek bin.”