Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim 2021-12-07 09:12:18 ENQERE - Menaz ku ji ber bombeya DAIŞ'ê ew û keça xwe tevde şewitîbûn û bi ambulansê ew anîbûn Tirkiyeyê, bi nexweşîna pençeşêrê ketiye.    Gava penaberî jî li şert û mercên jiyanê yên jinan zêde dibe, têkoşîna wan a ji bo jiyanê du qat zêdetir dibe. Yek ji van jinên ku li ber xwe dide jî Menaz e. Menaz, ji Helebê ye. 5 sal berê gava li Helebê bûye DAIŞ'ê bombe avêtiya mala wan û ew û keça xwe ya 2 sal û nîvî şewitîne û ew bi ambulansê anîne Tirkiyeyê. Menaz, niha li Tirkiyeyê ji bo karibe jiyana xwe bidomîne li ber xwe dide.    Menaz û malbata wê bi ambulansê hatin Tirkiyeyê. Menaz, ewilî li Dîlokê û keça wê jî li Meletiyê tedawî bûn. Keçla Menazê ya serçavê wê û gelek deverên laşê wê şewitîn, li Tirkiyeyê 17 caran emeliyat bûye. Menaz ku ji bo tedawiya keça xwe têdikoşe, 2 meh berê pençeşêra pêsîran lê peyda bûye.    Menaz ku pişîtî zilamê pê re zewicandîbû terka wê kiriye ew û zarokên xwe tenê li Tirkiyeyê mane. Ji roja ku pê hesiyaye pençeşêr lê peyda bûye, fikare ku dê nikaribe debara zarokên xwe bike lê peyda bûye.    Menaz, ji bo zarokan bişîne cem bavê wan ê li Sûriyeyê, ewilî serî li qereqolê daye. Gava me bi Menazê re xeber dida, qereqolê telefonî wê kir. Kesê ji qereqolê telefon kir, ji Menazê re got dê ferdekî malbatekê karibe zarokan bibe Sûriyeyê, lê belê kesê ku bi zarokan re biçe dê careke din neyê Tirkiyeyê.    Menaz ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wê bê aşkerekirin, behsa rewşa xwe ya li Tirkiyeyê kir.    ‘LI NEXWEŞXANEYÊ MAM'   Menaz, bilêv kir ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin û gava bûye 17 salî zarokek jê re çêbûye. Menaz, destnîşan kir ku beriya şer jiyana wan a li Sûriyeyê asayî bûye û got: "Lê piştî şer rewş xirab bû." Menaz, diyar kir ku di dema bombebarankirina malê de şewitiye û wê bi ambulansê anîne Tirkiyeyê û got: "Li Sûriyeyê nexweşxane û bijîşk nemabûn. Ez meh û nîvekê li Dîlokê di nexweşxaneyê de mam. Kurê min li cem min bû. Keça min jî li Meletiyê 4 mehan li nexweşxaneyê ma. Ê wê jî bavê wê lê mêze kir. Paşê em çûn Stenbolê cem birayê min. Lê diviyabû tedawiya me dewam bikire. Em li Stenbolê çûn ser bijîşk. Bijîşkan ji bo tedawiya keça min em şandin Enqereyê. Piştî 3 meh û nîvên li Stenbolê em hatin Enqereyê."    ‘EM JI BO TEDAWIYÊ HATIN ENQEREYÊ'   Menaz, diyar kir ku gava hatine Enqereyê ji bo tedawiyê pir hewl daye û got: "Ji ber ku cihê me Stenbol bû, li vir em tedawî nekirin. Xwestin em qeyda xwe bînin Stenbolê. Gotin dê tedawiya keça te 5 salan dewam bike. Me jî bar kir em hatin Enqereyê û tedawiya wê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê û Nexweşxaneya Hacettepeyê dewam kir, emeliyat bû." Menaz, behsa pêvajoya tedawiya li nexweşxaneyan kir û got: "Bi çavekî din li me mêze dikirin. Gava em hatin Enqereyê ji ber ku di nasnameya me de Stenbolê dinivîsî nexweşxaneyan em qebûl nedikirin. Ji bo guherandinê me pir hewl da. Paşê keça min li Enqereyê tedawî kirin."   Menaz, bilêv kir ku ji ber ku bi ziman nizanibûn pir zehmetî kişandine û got: "Ez ji cîranan hîn bûm. Em çûn qursa zimên. Bi awayekî hîn bûm. Cîranên min pir aliuê min kirin."    ‘GOTIN EM Ê TELEFON BIKIN, LÊ NEKIRIN'   Menaz, diyar kir ku tevahiya ser çavê keça wê şewitiye û ji bo emeliyata estetîkê du sal berê serî li NExweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê dane. Menaz, bilêv kir ku rayedarên nexweşxaneyê jê re gotine "Bijîşkên me tune ne, em ê eyar bikin û telefonî te bikin." Menaz got: "Lê nekirin. Ez cardin çûm nexweşxaneyê. Cardin heman tişt gotin. Du sal û nîv derbas bûne, hê jî telefon nekirine. Bijîşkê li wir got, ancax keça te bibe 18 salî akribe emeliyat bibe."    Menaz, anî ziman ku zarokên wê diçin dibistanê, lê ji ber ku tahde li wan tê kirin zehmetiyê dikişînin.    ÇÛ, HEW VEGERIYA   Menaz, da zanîn ku piştî hatine Enqereyê bi du salan zilamê ku pê re zewicandî ji bo cejnê çûye Sûriyeyê, lê hew hatiye û got: "Got, '20 rojên din ez ê vegerim.' Lê li wir zewicî. Min jî li vir doza devjêberdanê lê kir. Niha ez û 4 zarokên xwe bi hev re dijîn. 3 jê biçûk in. Kurê min ê mezin 20 salî ye. Ew dixebite. Lê kar pir bi dest nakeve. Rojane dixebite. Carinan jî gazî wî nakin."    ‘PENÇEŞÊR LÊ PEYDA BÛ'   Menaz, destnîşan kir ku nêzî du meh berê teşxîsa pençeşêra pêsîran lê hatiye danîn û got: "Ewilî gava pê hesiyam, min got ez ê bimirim.' Min got, 'Ez bimirim dê kî li zarokan mêze bike.' Lê divê ez li ber xwe bidim. Gava min fêm kir divê li ber xwe bidim, min dev ji girtî berda. Moralê xwe baş dikim. Lê ji bîr min jî naçe. Ez bimirim, dê ev zarok çi bikin? Loma dixwazim zarokên xwe bişînim Sûriyeyê, cem bavê wan. Zarok jî dixwazin biçin cem bavê xwe. Min serî li qereqolê jî da. Lê gotin qedexe ye bi tena serê xwe biçin. Divê yek bi wan re biçe. Lê kesê ku wan bibe jî dê hew vegere."    Menaz, xwest rojek berî rojekê baş bibe û got: "Gotin dê tedawî giran be. Ger rahêlim zarokên xwe û biçim Sûriyeyê ez ê li wir nikaribim tedawî bibim. Loma dixwazim heya tedawiya min biqede zaork li cem bavê xwe bin."    Menaz, destnîşan kir ku naxwaze ji zarokên xwe biqete, lê mecbûr e û got: "Li vir kesî min tune ye. Heya niha carekê ji bo radyoterapiyê çûme. 3 rojan li ser pêyan mam. Bila zarokên min biçin, gava baş bibim ez ê cardin wan bînimcem xwe."    ‘EM JI KÊFA XWE RE NEHATINE VIR'   Menaz ji bo gotinên wekî "çima dev ji welatên xwe berdane û hatine vira" jî got: "Şer tune bûna em nedihatin vira. Jixwe beriya şer hatine vira qet ne di bîra me de bû. Em ji ber şer reviyan, em ji bo tedawiyê hatin. Em şewitîn. Em bi ambulansê hatin Tirkiyeyê. Em ji kêfa xwe re nehatine vir."    ‘BARÊ JIYANÊ GIRAN E, EZ Ê LI BER XWE BIDIM'   Menaz, di dawiya axaftina xwe de detsnîşan kir ku ji bo xwe û zarokên xwe têdikoşe û got: "Hewl didim li ser pêyan bim. Ji bo zarokên xwe li ber xwe didim. Ez hem dê hem jî bav im. Pir zehmet e, lê ez ê li ber xwe bidim. Jiyan pir zehmet e, lê dîsa jî ez ê li ber xwe bidim."    MA / Zemo Aggoz