Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir 2021-12-07 13:32:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Herêma Kurdistanê, banga yekitiya netewî kir.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Herêma Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da. Ebdî, ji malbatên pêşmerge û sivîlên di êrişan de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha got: “Em êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmergeyan bi fikareke mezin dişopînin. Em şehîdên xwe yên di êrişên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em destnîşan dikin ku divê li dijî DAIŞ’ê têkoşîna hevpar, koordinasyona eskerî û ewlehiyê bê xurt kirin û em bang dikin ku ji bo beralîkirina xetereyan, yekitiya neteweyî bûye pêwîstiyeke stratejîk.”